Hewldana revandinê ya li yûrda xwendekaran hat protestokirin

Xwendekarên yurdê yên Zanîngeha Hunerên Bedew a Îsfehanê, hewildana revandina xwendekara jin a ji aliyê ajokarê mêr protesto kir.

Navenda Nûçeyan- Duh şev xwendekarek ku li yûrda xwendekarên jinan a Zanîngeha Hunerên Bedew a Îsfehanê dima rastî êrîşa zayendî ya ajokarê mêr yê wesayitê hat.

Li gor agahîyên hatine bidestxistin êrîşkar bi wesayita xwe ket heta bexçeya yûrdê. Ajokarê wesayitê hewilda bi derp kirinê yek ji xwendekaran bi zorê nava wesayîtê bike. Piştî berxwedana xwendekara jin, qîrîn û daxwaza alîkariyê ji kesên derdor, ajokar ji avahiyê reviya û dur ket.

Yûrda xwendekaran li derveyî bajêr û li cihekî çûnûhatine bêpar e. Tevî ku xwendekaran her tim vê rewşê protesto dikin jî, hêj  encamek bi dest nexistin. Têkildarî nasnameya ajokar jî tu agahî nehatin bidest xistin.