Rêxistina Sara êrîşên li ser jinên li Efrînê şermezar kir

Rêxistina Sara têkildarî tundiya li dijî jinan ku roj bi roj li Efrînê zêde dibin li Şehbayê daxuyaniyek da û êrîşên ku li dijî jinan tên kirin şermezar kir

Şehba- Di 12'ê Hezîranê de li herêma Efrîna ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin jineke Kurd a bi navê Ûfê Şêx Zeîm a 31 salî li mala xwe ya li çerxeriya Maratê ya bajarê Efrînê ji aliyê komên çeteyên girêdayî dewleta tirk ve bi hovane hat qetilkirin û mala wê hat şewitandin. Têkildarî kiryar û binpêkirinên li dijî jinan li Efrîna dagirkirî, Rêxistina Sara ya Efrîn-Şehbayê bi armanca şermezarkirina kiryarên li ser jinan li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de saziyên jinan amade bûn û alên Rêxistina Sara hilgirtin. Daxuyanî bi navê Rêxistina Sara ji aliyê endama meclîsa kampa Serdem Gulistan Mustafa ve hat xwendin.  

‘Çeteyên Erdogan li ser gelê Efrînê binpêkirin ê xwe didominin’

Gulistan bal kişand ser kiryarên dagirkeriya dewleta tirk li Efrîna dagirkirî û wiha dest bi daxuyaniyê kir: "Ji destpêka dagirkirina Efrînê ji hêla çeteyên Erdogan ve, li ser gelê Efrînê de binpêkirin didomin. Ji kuştin, destdirêjî, dizî û talankirinê bigre, heta tevliheviya ewlehiyê, koçberkirina bi darê zorê, desteserkirina mal û milk, binçavkirin, wêrankirina xwezayê li pêşberî çavên hemû cîhanê û rêxistinên navdewletî yên mafî û binpêkirina hemû zagon û pîvanên navdewletî, pêk tê. Demek berê ji aliyê terorîstan ve du keçên temen biçûk rastî destdirêjiyê hatin, mixabin beriya niha jî jina bi navê Ûfê Şêx Zeîm a 31 salî, bi derbên kêran bi destên çeteyan di mala xwe ya li nêzî çerxeriya Maratê li bajarê Efrînê, hat qetilkirin. Zêrên wê û hemû amûrên elektrîkê hatin dizîn û ji bo ku sûcên xwe yên hovane veşêrin çeteyan mal şewitandin. Ji ber derbên giran Ûfê Şêx Zeîm jiyana xwe ji dest da."

‘Divê ku sûcên li Efrînê tên kirin ji raya giştî re werin eşkerekirin’

‘Gulistan Mustafa di dawiya daxuyaniyê de bang kir ku rêxistinên mafên jinan ên navneteweyî bi erkên xwe rabin û wiha bi dawî kir: "Em Rêxistina Sara tundiya li ser jinan li Efrîn û Şehbayê hemû kiryar û binpêkirinên ku Tirkiye û çeteyên wê li Efrînê dikin bi tundî şermezar dikin û ji rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên zagonên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên jinan daxwaz dikin ku biçin herêma Efrînê, ji bo ku rewşên tundiyê û binpêkirinên li ser jin û zarokan ku komên terorîst bi alîkariya îstîxbarata Tirkiyeyê pêk tînin, belge bikin û li qadên navdewletî û raya giştî eşkere bikin."