Hêzên Îsrailê êrîşî kampa koçberan a Balata kir

Di êrîşa hêzên Îsrailê ya li ser kampa koçberan ya Balatê ya li bajarê Nablus ya Şerîa Rojhilat ya dibin dagirkeriya hêzên Îsraîlê de Filistineyekê jiyana xwe ji dest û 9 Filistînî jî birindar bûn.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsrailê êriş bir ser kampa koçberan ya Balatê ya li bajarê Nablus ya Şaria Rojhilat ya dibin dagirkeriyê de ye. Di dema êrîşê de leşkerên Îsraîlê dora melekê dorpêç kirin û bi çekan êrîşî Filistiniyan kirin.

Kesekê jiyana xwe ji dest da û 9 kes birindar bûn

Wezrareta tendirûstiya Filistînê aşkere kir ku di êrîşê de Fariz Abdlrehman ê 19 salî ji ber gule li zik û li linge wî ketibû birindar bûbû û wî rakiribûn nexweşxaneya Rafidya, jiyana xwe ji dest daye. Heyva Sor û Filistînê jî diyarkir ku 1 Filistînî jiyana xwe ji dest daye û 8 jê mermiya rast, 1 jê bi parçeya şarapnelê 9 Filistînî birindar bûne.

Leşkerên Îsraîl 2 ciwanên li kampa koçeran a Cenîn ya li Bakûrê Serîa Rojhilat cih digre kirine binçavan û ciwan birine xala kontrole ya Nablusê.