Keştiya koçberan binav bû: 17 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di keştiya ku li gireva Mora ya Yunanistanê binav bûyî de 104 kes bi saxî hatin rizgar kirin, herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Keştiya masiyan ya ku koçber têde li gireva Mora ya Yunanistanê binav bû. Li gora zanyariyên destpêkê, di keştiyê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji keştiyê 104 kes bi saxî hatin rizgarkirin. Kesên ku hatin rizgarkirin sewqî bajarokê Kalamata ya Yunanistanê kirin. Dibe ku hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane zêde bibin.