Ferdên malbata Şenyaşar ên hatine qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn

Ferdên Malbata Şenyaşar Hecî Esvet û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar ku ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Î. Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Riha- Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de Hecî Esvet û lawên xwe Adil û Celal Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin. Li ser gora xwe bi girseyî hatin bibîranîn.

Ji ser goran dengê lorînên Emîne Şenyaşar bilind bû

Her sê ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe ya li Goristana Şaredariya Pirsûsê hatin bibîranîn û bîranînek girseyî hat lidarxistin. Dikandarên sûka Pirsûsê ku cîranên dikana Malbata Şenyaşar in, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Beriya bîranînê polîsan goristan dorpêç kirin. Emîne Şenyaşar li ser gora hevjîn û lawên xwe lorand û beşdarên bîranînê xemgîn kir. Piştî bîranîna li ser goran, li ber deriyê goristanê daxuyanî hat dayîn.

‘5 sal in edalet pêk nehatiye’

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku di êrîşê de bi birîndarî rizgar bû diyar kir ku malbata Yildiz roja qetlîamê hêza dewletê daye pişt xwe û qetlîama ku li dijî malbata wî kirin li hemû xelkê Pirsûsê kirine û destnîşan kir ku di van 5 salan de edalet pêk nehatiye û got:

“Her sê ferdên malbata min li nexweşxaneyê hatin qetilkirin, ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di serî de li ber edliyeya Rihayê me li her deverê Tirkiyeyê çalakî li dar xist û me dengê xwe ji dinyayê re ragihand. Di van 5 salan de hem dewletê, hem jî hikumetê bi me re hevdîtinan kirin. Gotin hûn mafdar in lê ji bo edaletê gavek neavêtin. Di ser qetlîamê re 5 sal derbas bûn lê hê jî têkoşîna me didome.

‘Em ê li dijî bêedaletiyê bertekên berdewam bikin’

Ferît Şenyaşar da zanîn hikûmetek nû hat avakirin, salek nû ya qanûnêçkirinê dest pê kir û wiha got: “Hem wezîrê dadê hem jî wezîrê karên navxweyî behsa serweriya hiqûqê kirin, em dixwazin ku ev soz û gotinên wan berhewayî nemînin. Wezîrê berê wê bi bêedaletiya xwe her dem dê bên ziman.”

Ferit şenyaşar diyar kir ku her kes vê bêedaletiyê dibîne û got: “Rayedar jî vê rewşê dizanin. Em dixwazin demildest ev bêedaletî ji holê rabe. Heta ku edalet pêk neyê dê têkoşîna me berdewam bike. Dayika min wê li ber Edliyeya Rihayê û ez jî li meclisê em ê vê bêedaletiyê bînin ziman. Dayika min 67 salî ye û nexweş e lê tevî vê yekê jî têdikoşe. Li vir bi sedan polîs hene, belkî jî şahidên qetlîama li nexweşxaneyê ne. Ez careke din soz didim we hemûyan, ez ê li meclisê bibim dengê edaletê ji bo her kesê.”

 Nobeta Edaletê di roja 814’an de ye

Malbata Şenyaşar piştî bîranînê berê xwe da cihê nobeta xwe ya edalatê ku di 9’ê Adara 2021’ê de li ber deriyê Edliyeya Rihayê destpêkirin.