Dewleta Tirk li deriye sînor xelkê neçarî bacê dike

Zordariya dewleta Tirk a li ser sînorê di navbera Başûrê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê de berdewam dike. Leşkerên dewleta Tirk bi navê rêxistinên xêrxwaziyê hemwelatiyan neçarî bacê dikin.

Navenda Nûçeyan – Planên dewleta Tirk li hemberî xelkê tu caran bi dawî nabe. Dewleta Tirk ji derveyî bac û gera li nava bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, aboriya herêma Kurdistanê jî xistiye bin xizmeta xwe, hewl dide li deriyê sînorên welatê xwe bi hincetên cur be cur ji xelkê bacê bigre.

Li gorî agahiyên ajansa me kesek ku nexwest navê xwe aşkera bike, li deriye sînorê Îbrahîm Xelîl ji aliyê rêxistinên xêrxwazan ve bi navê ‘Bexşîn’ ji bo erdhejzedeyên 6’ê Sibata îsal ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû, bi zorê ji geştiyar û şofêran bacê digrin.

Di vê der barê de ajansa me lêkolîn kir û derket holê ku dewleta Tirk erdhejê weke hincetê bi kar tîne û bi navê ‘Bexşînê’ ji bo erdhejzedeyan, ji aliyên rêxistinên bi navê xêrxwazan ku li ser pisûleyek  “Komeleya alîkariya civakî û piştevaniya çandî û civakî ya Şirnexê” nivîsandiye. Li deriye sînorê Îbrahîm Xelîl di nava Başûrê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê de, xelkê neçarî bacê dikin û her wesayîda Iraqê be û ji herêma Kurdistanê biçe Tirkiye, 200 lîreyan jê digrin. Der barê vê yekê de tu zanyariyek nadin ku ev bac ji bo çi ye. Da ku xelk qanih bibin gelo ev pere diçe cihê erdhejzedeyan e yan na. Di dema ku wesayîd derbas dibin de, di kabîneyê de kesek rûniştiye û daxwaza pere dike û pisûleya ku pere dikeve û dide erebê.

Nabe ku bihayê pereyê tê bexşkirin diyar be divê her kes çiqas ji dil were bibexşîne. Lê belê ev rêxistina dewleta Tirk ku di bin navê xêrxwaziyê de daniye û bihayê bexşînê jî ji bo hemû wesayîdên taybet û barhilgir diyar kiriye, neçarî dayîna 200 lîreyan dikin. Dibêjin ger şofêr vê bacî nedin, rê nadin derbasî Tirkiyeyê bibin. Dewleta Tirk li gorî xwe kiryaran li hemberî xelkê bi cih dike.

Dewleta Tirk karesata erdhejê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne

Ji ber erdheja 6’ê Sibatê ku bû sedema wêranbûna bi dehan bajarên Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê Tirkiye, Sûriyeyê. Heta niha jî ew herêm hilweşiya mane û hemû qurbaniyên erdhejê çavên wan li benda alîkariya hikumeta Tirk in. Ji derveyî wê bi navê erdhejê, hikumeta Tirkiye alîkariyek zêde ji welatan kom kirine lê belê weke pêwîst xizmeta erdhejzedeyan nekirine û alîkariya wan nakin. Li deryê sînorê Îbrahîm Xelîl piştî kareseta erdhejê bi navê hevkariya ji bo quraniyên erdhejê bacê kom dikin. Lê bele qurbanî li herêmên erdhejê li ser cadeyan in û konek û kabîneyek jê re dabîn nekin, ne alîkariya xwarin nejî alîkariyên din dikin.

Li gorî Banqeya Cîhanî li Tirkiyeyê erdhejê bandor li 11 bajarên mezin kiriye û rêjeya ji sedî 16.4 rûniştvanên Tirkiye û ziyanê 2.34 milyar dolar derket. Hemwelatî ji bo aramkirina jiyan û bingehê mala xwe pêwîstî bi qat heye. Lê belê hikumet ev alîkariye piştguh kiriye û piştî derbasbûna 4 mehan li ser erdhejê re tu alîkarî pêşkêş nekiriye. Ew kon û kabîneyên ku dane hejmarek gelek kêm e. Li hemberî ji derveyî dizina alîkariyê, desthilatdariya AKP’ê bi xwe tu xizmetguzariyek nekiriye.

Tirkiye xwedî aboriyek gelek xirab e û wisa lê hatiye her dem çav li alîkariya dewletên din be û aboriya herêma Kurdistanê bi kar tîne. Xelk jî piştî erdhejê her ku diçe rewşa wan xirabtir dibe û ew alîkariya ku ji bo qurbaniyan kom dikin, di xizmeta desthilatdariyê de tê bikaranîn, ne di xizmeta gel de ye. Girtina bac û pisûleya 200 lîre li deriyê sînorê Îbrahîm Xelîl li ber çavên cîhanê diyar dike ku tu rêxistinek navdewletî ji ber rewşa xelkê û sitandina baca bi zorê bêdeng in.