Li Îranê li dijî pêşnûmezagona ‘Girtin û Îfetê’ bertek

Li Îranî bertekên li hemberî pêşnûmezagona ‘Girtin û Îfetê’ berdewam dikin. Gelek kes diyar dikin ku li welat qeyrana aborî jî di nav de mijarên girîngtir hene.

Navenda Nûçeyan- Rayedarên Îranê ji bo armancên xwe yên siyasî û berjewendiyên xwe yên şexsî pêşnûmezagona ‘Girtin û Îfetê’ amade kirin. Bertekên li hemberî wê jî berdewam dikin. Di rojên borî de nûnerên hikumeta Îranê li parlamentoyê pêşnûmezagona mijara gotinê destpêkê erê kirin û piştre di du dengdanên ku kirin de red kirin.

Li gorî zagonê dê cezayên pere li jinên ku li gorî zagona hicabê tevnegerin were birîn

Di pêşnûmezagonê de, jinên ku li gorî zagona hîcabê tevnegerin wê cezayên cidî yên pere bidin û rastî pêkanînan werin. Hikumet rakirina hîcaba bi zorê weke parçekirina malbatê dinirxînin û divê mijarê de daxwazên jinan ji nedîtî ve bihesibînin. 

Li aliyê din gelek kes dibêjin pêşnûmezagon tê wateya binpêkirina vekirina dozê. Yek ji van dozan jî ya “Li dijî kesên li dijî hîcaba bi zorê bêrêzî û mafên wan ên gotinên nexweşkirinê nîn e, hikumetê destûr daye van mirovan mudaxele û bêrêziyê bikin.” Xwestin ku erêkirina pêşnûmezagonê were rawestandin.

Bi hinceta ku li gorî quralên hîcaba bi zorê tevnegeriyaye piştî ku Jîna Emînî hat qetilkirin, li welat çalakiyên bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berdewam dikin. Bi pêşnûmezagona nû nîqaş careke din derketin, gel dibêje ku pirsgirêkên ji hîcaba jinan girîngtir li welat hene. Gel dibêjin qeyrana aborî çareser nakin û bi xizaniyê re têdikoşin.