Rewşa girtiyan li girtîgehên Îranê xirabtir dibe
Şert û mercên bi aloz li girtîgehên Qizil Hîsar û Nahawendê tên jiyîn bi pevçûnên xwînî û muameleya tund a li dijî girtiyan her diçe rewşa girtiyên jin bi aloztir dibe û metirsî zêde dibin.
Navenda Nûçeyan – Raportên ku hatine parvekirin diyar kirin ku şert û mercên ragirtina girtiyan li girtîgehên Qizil-Hîsar û Nahawendê ne guncaw û xirab in. Qerebalixiya zêde li cihên girtî, nebûna tesîsên bingehîn û ragirtina girtiyan aloziyan mezintir dike.
‘Di navbera girtiyan de pevçûnên giran derdikevin’
Li Zindana Nahawendê, piştî pevçûnek di navbera girtiyên ku sûcên tundiyê kirine de, girtiyek bi kêrê birîndar bû, ji ber rewşa wî ya giran sewqî Hemedanê hat kirin. Di pevçûnan de heşt kesên din jî birîndar bûn. Çavkaniyan ragihandin ku di dema aloziyan de gelek mal û milk wêran bûne.
Ji ber qedexeyên tund fikar li ser rewş girtiyan zêde dibin
Her wiha raporê bal kişand ser qedexeyên tund ên li ser serdanan, dûrbûna girtîgehan ji bajar û nebûna tesîsên tenduristî û xizmetguzariyê yên têrker. Şert û mercên malbatan ji bo têkiliya bi girtiyan re dijwar dibin û fikaran zêde dikin.
Rewşa girtiyên jin ji girtiyên din xirabtir e
Li aliyekî din raporê destnîşan kir ku rewşa girtiyên jin xirab e û hat diyarkirin ku jin di nava şert û mercên bê tesîsên tenduristiyê yên kêm de, bi gihîştina sînorkirî ya xizmetên bijîşkî û di hawirdorên qerebalix û bê ewle de tên girtin. Her wiha jin ji girtiyên din zêdetir bi zirara fîzîkî û psîkolojîk re rû bi rû dimîn in.
Girtiyan avêtin hucreyên yekkesî
Di raporê de hat bibîrxistin ku di heman demê de, roja Duşemê 14’ê Nîsana 2021’ê, heft girtiyên siyasî ji Beşa 7’an a Girtîgeha Evînê bê agahî û ji nişkave avêtine hucreyên yek kesî li Yekîneya 3’yemîn a Girtîgeha Qizil-Hîsarê. Yekîneyek ku li gorî çavkaniyên agahdar bi zext, tecrîd û gefên cidî yên li ser jiyana girtiyan tê nasîn. Sê girtiyên din jî ji Girtîgeha Feşafoye sewqê Qizil Hîsarê hatin kirin.
Bang: Yekser serdana cihê ku girtî lê tên girtin bikin
Li gorî van raporan, efseran beriya birina wan serê girtiyan tiraş kirine û bi kelepçe, zincîr û çavgirtî wan birine. Tê gotin ku ev kes beriya birinê bi lûleyên avê rastî îşkence û lêdanê hatine û birîndar bûne. Ev veguhestina ji nişka ve û qutbûna têkiliya di navbera girtiyan û jîngeha wan a berê de fikarên li ser rewşa wan a fîzîkî û ewlehiya wan zêdetir kiriye. Di vî warî de, bang li Raportorê Taybet û şandeyeke navneteweyî ya lêkolîna rastiyan hatiye kirin ku yekser serdana cihên ev girtî lê tên girtin bike.
Her wiha mafên parastinê tên paşguhkirin, sînordarkirina gihîştina parêzer û qelskirina mafê xwepêşandan û îtîrazê didome. Pêvajoyeke ku nemaze di dozên giran de, dikare bibe sedema dayîn û bicîhanîna cezayên ne adilane ye.
Çalakvanên mafên mirovan van polîtîkayan şermezar kirin û tekezî bi cihanîna cezayên lezgîn kirin. Ji bilî ku nîşaneyek karîgeriyê be, nîşan dide ku pergala dadwerî ji bo tepeserkirin û avakirina tirsê di civakê de tê bikaranîn û hişyarî hat kirin ku qelskirina darizandinên adil dê rê li ber xeletiyên dadwerî yên bêçareserî û binpêkirinên mafên mirovan ên zêde veke.
Pêvajoya heyî jiyan û rûmeta girtiyan û bi taybetî jinan tehdît dike
Di dawiyê de, saziyan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku bi zêdekirina zextên qanûnî û siyasî rê li ber berdewamiya vê pêvajoyê bigrin.