Rapora Tora Forum ya Zahra: Tundiya nav malê di rêza yekemîn de ye

Tora Forum ya Zahra rapora xwe ya sale ya tundiya li dijî jinan a li Mexribê eşkere kir, bal kişand ku jin herî zêde di malên xwe de rastî tundiyê tên. Di raporê de hat gotin divê li dijî tundiyê hişyarî bê avakirin û pêşniyarên çareserî hat pêşkêşkirin.

Mexrîb – Tora Forum ya Zahra rapora xwe ya salane ya der barê tundiya li dijî jin û zarokên keç ya sala 2022’an de li Mexribê pêk hatine, weşand. Duh di civîna çapemeniyê ya li Rabata ya Mexribê hat li darxistin de rapor hat eşkere kirin, bal lê hat kişandin ku ji sedî 74,4 bûyerên tundiya li dijî jinan di nava malê de tê jiyîn. Li gorî raporê ji sedî 3,6 ê bûyerên tundiyê li cihê kar tê jiyîn, hate tomarkirin ku di qada giştî de jî rêjeya tundiyê gihiştiye ji sedî 7,4’an.

Jin herî zêde li malên xwe rastî tundiyê tên

Hûrgiliyên raporê wiha hatin parvekirin: “Rapora me dîrokên Îlona 2021- Îlona 2022’an jî vedihewîne. Di encama hevdîtinên me de derket holê ku rêjeya tundiya li ser jinê her ku diçe zêdetir dibe. Di encama hevdîtinên hatine kirin de ji 3 hezar û 689 jinên ku rastî tundiyê hatine, 2 hezar û 818 di malên xwe de rastî tundiyê hatine. Ji sedî 46’ê mexdûrên tundiyê di navbera temana 18-35 salî de ne, ji sedî 33’ê ve jî di navbera temana 35-50 salî de ne.

Ji sedî 26’ê jinan serlêdana sûc nekirin

Bi rêjeya ji sedî 56 re herî zêde jinên malê rastî tundiyê tên, piştî jinên malê bi rêjeya ji sedî 18 re karkerên malê tê. Ji sedî 26’ê jinên rastî êrişa zayendî hatine, li dijî kiryarê êrîşa zayendî tu gilî nekirine, ji sedî 20 jinên rastî tundiyê tên xizmetên civakî, ji sedî 16 li malên stargeh, ji sedî 5 li dadgehê, ji sedî 5 li derûnasan, ji sedî 21 nexweşxaneyan, ji sedî 12 serî li polîsan û ji sedî 8 jî serî li cendirmeyan dane.

Jin ji zextên civakî ditirsin

Tirsa herî mezin a jinên ku der barê kiryaran de gilî nakin, wek sedemên tolhildana kiryarê tacîz, belavbûna malbatê, tundiya aborî û bêewlehiyê heye. Li gorî rapora mafên mirovan, ji sedî 47 tundiya derûnî di rêza yekemîn de cih digre, di berdewamiya vê de, ji sedî 45 jinan rastî tundiya aborî û ji sedî 21 wan jî rastî tundiya fizîkî û madî tên. Di raporê de her wiha hate diyar kirin ku jin rastî rundiya zayendî, tundiya civakî û di rêza dawî de rastî tundiya elektronîk û qanûnî tên.

Tundiya dîjîtal ber bi mirinê ve dikşîne

Di tundiya dijîtal de ji sedî 92’e van jinên nezewicine. Ji sedî 80’ê beşdarên lêkolînê diyar dikin ku tacîza zayendî di hawîrdora dîjîtal de pêkte. Ji sedî 72’ê jin û zarokên keç ên ku piştgiriya derûnî digrin, diyar kirin ku ew mexdûrên tundiya dijîtal in û hate tomarkirin ku ji sedî 94’ê jinên bajêr ji hawîrdora dîjîtal bandor dibin. Derket holê ku jinên rastî tundiya dijîtal tên heta înteharkirinê bandorên derûnî dijîn, ji sedî 89’ê jinan diyar kirin ku bi rêya medyaya dijîtal, ji sedî 40’ê bi rêya peyaman û ji sedî 48’ê jî bi rêya telefonên destan rastî tundiyê dijîtal hatine.

Pêşniyarên çareseriyê jî di raporê de cih girt

Di raporê de, di malbat, medya û dibistanê de xurtkirina amûrên mezinkirina civake, di jinan de bilindkirina hişmendiya nirxên rêzgirtin û rûmetê û ji bo avakirina hay jê hebûnê hişyariyê sazûmankirina navbeynkariya malbatê jî di nav de rêzek pêşniyar jî cih girt. Her wiha banga misogerkirina malên stargehan, misogerkirina çavdêriya têrker û alavên pêwîst, ji bo komeleya pêşxistina pergala qanûnî, ji bo parastina karkerên li navendên guhdarkirinê pejirandina çarçoveyeke qanûnî û di heman demê avakirina garantiyan, hat kirin.