Di sala 10'an a girtina Nevîn Yildirim de piştgiriya jinan

Femînîstên serbixwe di 10’emîn salvegera girtina wê de qert şandin Nevîn Yildirim a ku li dijî zilamê ku destdirêjî lê kiriye parastina xwe ya cewherî kiribû.

Navenda Nûçeyan- Femînîstên serbixwe ji Şaxa PTT'ê ya Şîşliyê ji bo Nevîn Yildirim a ku 10 sal e girtî ye qerta sersalê şandin. Jinan, li postexaneyê li ser qertên sersalê nivîsînên ku peyamên hevgirtin û têkoşînê tê de hebûn nivîsandin. Di daxuyaniya li ber postexaneyê de hat bibîrxistin ku Nevîn Yildirim li gundê Koruyaka yê navçeya Yalvaç a Ispartayê xizmê xwe Nurettîn Gîderê ku di 29'ê Tebaxa 2012'an de bi awayekî sîstematîk bi darê zorê destavêtina wê kir, bi armanca parastina xwe ya cewherî kuştibû.

Di daxuyaniyê bal lê hat kişandin ku bê mafiya li Nevîn Yildirim hatiye kirin di pêvajoya darizandinê de jî dewam dike.

‘Rewşa baş nehat pêkanîn’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Li ser Nevînê rewşa baş û daxistina provokasyonên bê maf nehatin kirin. Cezayê heta hetayî jê re hat birîn. Nevîn zêdetirî 10 sal in di girtîgehê de ye. Li welatekî ku mêrên tundûtûjî dikin rojekê jî nayên girtin û ji ber ku kiryarên jinan cil û bergên taxim li xwe kirine ‘daxistina rewşa baş’ û ji ber gotina ‘wê heqaret li mêraniya min kiriye’ daxistina provakasyonên bê maf pir zêde tê dayîn de. Nevîn, bêyî ku daxistinek tenê jî bistîne girtî ye.”

‘Em şahidên bûyera ne’

Dan xuyakirin ku jin her tim bi Nevîn Yildirim re di nava piştevaniyê de ne û wiha hat gotin: “Em şahidên serpêhatiyên Nevîn in. Em şahidên hemû jinên ku rastî tûndiyê hatine ku nekarine bêjin ka çi jiyan kirine ne. Em şahidên jinên ku ji bo xwe ji tûndiyê dûr bixin û bijîn, neçar man tecawizkar û kiryarên tûnditiyê qetil kirine ne.”