Lîstikvana Îranî Taraneh Alîdoostî hat girtin

Hate hînbûn ku lîstikvana Îranî Taraneh Alîdoostî ya ku li dijî ferzkirina hîcabê wêneyên xwe yên bê hîcab parve kiribû, di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku di 16’ê Îlonê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kiribûn berdewam dikin. Jinên ku li dijî qanûna hîcabê ne, dîmen û wêneyên xwe yên ku li kolanên Îran û Rojhilatê bê hîcab tevdigerin parve dikin. Herî dawî hat zanîn ku lîstikvana Îranî Taraneh Alîdoostî ku piştgirî da çalakiya li dijî ferzkirina hicabê û wêneyên xwe yên bê hîcab li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiribû, hat girtin.

Derhêner û çêkera belgefîlmê Mîna Ekberî, serdegirtina mala Taraneh Alîdoostî û pêvajoya binçavkirinê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ji raya giştî re parve kir.

Hat ragihandin ku nayê zanîn Taraneh Alidoostî birine kuderê. Derket holê ku piştî ku lîstikvan hatiye girtin, nivîsên li ser hesabên medyaya dîjîtal ên lîstikvan hatine jêbirin. Ji bilî postên wêneyên dijî hicabê yên Taraneh Alîdoostî, peyamên wê yên li dijî îdamê jî hatine jêbirin.