Derhêner Sîbel Tekîn hat girtin
Derhênera Belgefîlmê Sîbel Tekîn a li Enqereyê hatibû binçavkirin, hat girtin û wê şandin Girtîgeha Sîncanê.

Navenda Nûçeyan – Derhênera Belgefîlmê û rojnamevan Sîbel Tekîn piştî ku li Enqerê hatibû binçavkirin, duh hat girtin. Hat hînbûn Sîbel Tekîn a ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, birine Girtîgeha Sîncanê.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 2 komputerên Sîbel Tekîn, gelek hard dîskên ku di nav wan da xebatên wê yê belgefîlmê hene, kamera û hin pirtûkên wê hatine desteserkirin.
Xebatê wê wekî delîl hat hesibandin
Hate hînbûn ku hinceta binçavkirina Sîbel Tekîn ew e ku projeya ku ew derbarê sepana seata havînê de amade kiriye dema ku ew di seatên tarî de çûyîna kar a karkeran li Tuzluçayirê kişandiye dîmenê seyareya polîsan jÎ derketiye. Çêkirina belgefîlma li ser mijara "Jiyana ku di tariyê de dest pê dike" wekî "amadekariya çalakiyê" hate nirxandin. Sîbel Tekîn bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.