Di hefteya cîhanî ya mafê mirovan de binpêkirinên mafan hat nîqaşkirin
Bi boneya Hefteya Cihanî a Mafê Mirovan, derbarê sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de panela hiqûqî ya şêwirê hat lidarxistin. Beşdarên panelê banga teşhîrkirina sûc û binpêkirinên dewleta Tirk kir û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku sûcên dewleta Tirk eşk

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Bi boneya Hefteya Cihanî a Mafê Mirovan duh li Hola Marbêla ya Taxa Til Hecer a Hesekê panelek bi sernavê “Zehmetî, astengî û çareserî” hat lidar xistin. Di panela ku ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Herema Cizîre, Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinan û Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidar xistin de bi êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, ambargoyên dewleta Sûriyeyê ve binpêkirinên mafê mirovî yê li ser heremê hat nîqaşkirin. Rêveberê Çavdêriya Sûriyeyê ya mafê mirovan Ramî Ebid El-Rehman, Serokê Rêxistina Sûriye ya ji bo Edalet û Rastiyê Besam Ehmed û Seroka Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinan a Belçîka Medya Ebdê bi riya bernameya Zomê beşdarî panelê bûn.
Binpêkirinên mafê mirovî yên li dijî heremê
Endama Desteya Damezrîner a Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê Aynûr Zêd Paşa axaftina destpêkê kir û got ev panel bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bi dirûşma "Wekhevî di rûmetê û nenîjadperestiyê de" hate lidarxistin.
Li ser armancên vê panelê Aynûr Zêd Paşa got: “Di demekê de ku cîhanê vê rojê bi bîr tîne, em li Sûriyê bi giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet rastî hemû cureyên tundî û binpêkirinan tên. Dewleta Tirk a dagirker sûcên qetilkirin, wêrankirin, tecawîzkirin, revandina bi darê zorê û koçberkirinê pêk tîne. Di demekê de ku NY′yê banga azadiyê dike bi hezaran Sûrî ji azadiya xwe mehrûm in û di demekê de ku banga rûmetê dike, rûmeta bi hezaran Sûrî di malên wan de tên tecawîzkirin, ji xaka xwe tên koçberkirin. Her wiha di demekê ku NY′yê banga edaletê dike, mafên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên biryara çarenûsa xwe ya jiyana li ser xaka xwe, paşguh dike. Îro bi hezaran jin li heremên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye tên tecawiz kirin, revandin û qetilkirin. Em bi boneya vê rojê kiryarên dijmirovî bi tundî şermezar dikin. Armanca panelê geşkirina wekhevî û rûmetê ji her kesî re, vejandina rûmeta milyonan, dayîna bingehekê ji cîhana adilane re û parastina mafên mirovan li her deverê ye.”
‘Divê bêdengiya li dijî dewleta Tirk bê şikandin’
Paşî xebatên panelê yên beşa yekemîn a bi sernavê "Nirxandina binpêkirinên hiqûqî yên li herêmê pêk hatine û wesifkirina wê li gorî qanûna navneteweyî ya mirovî û peymanên NY′yê" ji hêla Hevseroka Komîteya Belgekirina Sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Viyan Eyûb ve dewam kir.
Viyan Eyûb got: “Êriş û bombebarankirina dewleta tirk a dagirker û çeteyên li ser qadên niştecihan, binesazî û avahiyên stratejîk, mîna stasyonên petrol, gaz, firin, dibistan û nexweşxaneyên li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûcên qetilkirinê sûcên şer in. Ev hemû li pêş çavên rêxistinên mafên mirovan û Komseriya Mafên Mirovan a NY′yê û binpêkirina qanûnên navneteweyî û qanûna Cenevre pêk tên. Di heman demê de topebaranên dewleta Tirk yên herî dawî bi balafiran jî sivîlan kir hedef. Wekî dayika Hediya û bi dehan kesên sivîl jinaya xwe ji dest dan. Pêwist e bi boneya hefteya cihanî a mafê mirovan bêdengiya li hemberî kiryarên dewleta Tirk were şikandin û rê li ber xwînrijandina sivîlan were girtin."
‘Li herêmên dagirkerî sûcên dijmirovî tê kirin’
Beşa duyemîn a panelê bi sernavê “Astengî û zehmetiyên li pêş xebata hiqûqî di mecalên şopandin, belgekirin, lêpirsîn û rêbazên derbaskirina wan de li gorî nêrîna saziyên hiqûqî û çapemeniyê” ji aliyê Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê Evîn Cuma û Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo dewam kir.
Di axaftinan de bal hat kişandin li ser bilançoya binpêkirinên ku li Efrîn ji aliyê dewleta tirk diyar kirin ku ji roja ku dewleta Tirk a dagirker herêma Efrînê dagir kiriye, binpêkirinên li dijî sivîlan zêde bûne û wiha hate gotin: “Rêjeya Kurdan li Efrînê niha ji çaryeka, kêmtirî %25 derbas nabe. Nêzîkî 400 hezar kes li gund û navçeyên Efrînê hatine bicihkirin, di nav wan de zêdetirî 500 malbatên Ereb in, ên Filîstînî 48 in. Ji ber niştecihbûna zêde, bêhtir ji 30 kamp û zêdetirî 20 wargeh li seranserî Sûriyê hatin avakirin. Navê Kurdî yên cihan tê guhertin, li şûna wan navên Osmanî tên danîn. Li dibistanan zimanê Tirkî fêr dikin. Ev hemu jî binpêkirinên mafê mirovî ne.”
Çareserî
Di qonaxa sêyemîn de li ser çareseriya vê rewşê nîqaş hat meşandin. Hat destnîşankirin ku divê zext li rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan a cîhanê were kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker bi hejmar û bîlançoyan werin eşkerekirin.
Di dawiya panelê de ji aliyê Rêvebera Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê Mizgîn Hesen ve daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de eşkerekirina binpêkirinên mafê mirovî yê ji aliyê dewleta Tirk ve li heremê tê jiyîn hat ser ziman. Her wiha bal li ser pêwistiya çareserkirin û dadgehkirina DAIŞ’ê hat kişandin.
‘Dixwazin bi riya destdirêjiya li ser jinan demografiya herêmê biguherin’
Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cuma tekez kir ku yê herî zêde rastî cureyên tundiyê tê li herêmên dagirkirî jin û zarok e û wiha axaftina xwe domand: “Bi boneya hefteya cihanî ya mafê mirovan em banga rêgirtina li ber kiryarên dewleta tirk ên li ser herêmê dikin. Dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê di bajarên dagirkerî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jinan dikin hedef. Ew dixwazin herêm vala bibe da ku armancê xwe pêk bînin û demografiya herêmê bidin guhertin. Di heman demê de îro bi hezran jin û zarok di bin konê koçberiyê rastî zehmetî û êşê tên di bin paşguhkirina rêxistinên mirovî yên cihanî ji wan re. Ji bo wê em bang li rêxistinên cihanî yên mirovî dikin ku li hemberî pilan û kiryarên li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, Rojava pêk tê guh û çavê xwe negirin bila wijdanê wan nekeve bin razîbûna bercewendiyên siyaseta dewletan.”