Jinên li Îranê: Em gelek nêzî azadiyê ne
Jinên ku di serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de cihê xwe digrin gotin ku azadî nêz e û li hemberî hemû zextan ew ê qadan neterikînin.

Sine – Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaqê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji 16’ê Îlonê ve dest pê kirine, didome. Li beramberî hemû zextên rejîma Îranê gel qadan naterikîne, jin bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêşengiyê ji serhildanê re dikin.
Komara Îslamê ya Îranê derbeya yekem û ya herî bi bandor ji jinan xwar. Ji roja yekem a serhildanê ve heta niha, jin beşdarî xwepêşandanan dibin û ji bo birîndaran tedawî bikin komîteyek ava kirin, li ser deriyên bajar û dîwarên wan dirûşm nivîsandin û ji bo mafê xwe yê rewa cîhazên agirpêxistina molotofan ji bo agirpêxistina baregeha Basij û Muhafizên Şoreşê û agirpêxistina gelek cihan û gelek tişt kirin. Li bajarê Sineyê jin dibêjin çi dibe bila bibe ew ê qadan neterîkinin û nêzî azadiyê bûne.
‘Em ê beşdarî hemû girevan bibin’
Li Sineyê esnafa bi navê A.J wiha dibêje: “Ez 40 salî me û zewicîme, hevjînê min her çiqas beşdarî xwepêşandanên taxan nebe jî ez beşdarî hemû xwepêşandanan bûm. Çil sal in em bi hesreta jiyana normal dikşînin û li dijî vê hikumeta dîktator em ê têbikoşin. Ji ber ku ez naxwazim zarokên min di şert û mercên ku min derbas kirine de nejîn, ez beşdarî xwepêşandanan dibim.” A.J diyar kir ku ji bo hemû grevan bibe deriyê dikana xwe digre û got: “Ji bo em beşdarî xwepêşandanan bibin, dikana xwe digrin, gelek caran tên dibêjin çima hûn dikanê digrin gefan dixwin û ji bo em careke din negirin dixwazin kaxizan bi me bidin îmzakirin lê belê ev yek me natirsine û em ê beşdarî hemû çalakiyan bibin.”
‘Me girtina xwepêaşnderan asteng kir’
A.J diyar kir ku du deriyên dikana wan hene û wiha domand: “Di xwepêşandanan de ji bo xwepêşander neyên girtin me ew di deriyê piştre re derdxist, bi vî awayî me nehişt werin girtin bi qasî ku ji destê min tê ez piştgiryê didin vê serhildanê, beşdarî xwepêşandanan dibim, deriyê dikanê digrim. Li taxê gelek cîran û esnaf hatin girtin û gelek ji wan bi kefaletên gelek giran hatin berdan û hinek jî hê di girtîgehan de ne.”
‘Zext li esnafan tê kirin’
A.J behsa cezayê darvkirinê kir û got: “Di vê mijara şoreşê de ez xweşbîn im û dizanim dema ku em hemû hêrsa xwe vegerînin şer wê serkeftin a me be. Di malê de rûniştin tu faydeyek nade kesê divê em zêdetir hewl bidin û gelek riyên din bimeşin. Di girevên 14-16’ê kanunê de gelek firoşgeh hatin morkirin û hesabê nêzî 300 esnafan hatin bilokekirin. Bi vê yekê re jî bi sînor neman gelekan ji wan xistin girtîgehan. Esnafan di vê pêvajoyê de gelek zext dîtin lê belê em ê heta serkeftinê berdewam bikin.”
‘Azadî nêz e’
Antrenora werzîşê S.M jî wiha got: “Ji roja destpêkê heta niha li qadan im. Li hemberî qetilkirina Jîna Emînî ez daketin qadan. Ez Antrenora werzîşê me û ji bo jin bi awayek fîzîkî di formê de bimînin pêşniyara min ji bo wan ew e ku di xwepêşandanan de baz bidin. Bi lingê xwe dikarin xwe biparêzin, ez bê amadekariyên fizîkî daketina qadan şaş dimînim û hemû kes di vê serhildanê de li gorî kêrhatiyên xwe rol bilîze. Em ji vê serhildanê bawer dikin û wê kuştin û girtin, me ji vê doza me nevegerîne, ez dizanim em nêzî azadiyê bûne, her çendî ku riyek dirêj jî be, em ê di vê riyê de bi hemû hêza xwe bimeşin û şûnde nevegerin.”