16 rojnamevan 6 meh in girtî ne: Ne delîl heye ne jî îddîname!
Li ser girtina 16 rojnamevanên Kurd 6 meh borî, lê hêj îdianame nehatiye amadekirin. Hevseroka DFG’ê Dîcle Mûftûoglû got: “Qasî ku ji wan tê rojnamevanan li girtîgehan digrin da ku nikarîbin karê xwe bidomînin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin de, di 8'ê Hezîranê de 20 rojnamevan hatin binçavkirin. Piştî karûbarên îfade girtinê ji 22 rojnamevanan, 16 jê hatin girtin. Tevî ku 6 meh li ser biryara girtinê derbas bûye jî hêj der barê rojnamegeran de îdianame nehat amadekirin. Nayê zanîn ku rojnamevan ji ber çi sedemê hatine girtin, parêzerên wan diyar kirin ku girtina wan a li girtîgehê binpêkirina mafên wan e. Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû der barê pêvajoya girtinê de ev şîrove kir: "Armanca sereke ya li vir astengkirina rojnamevantiyê ye."
Ev 3 meh in ji bo serlêdana ku li AYM’ê hatiye kirin bersiv nehatiye dayîn!
Parêzerê rojnamevanên girtî Resûl Temûr diyar kir ku wan 3 meh berê der barê girtinan de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane. Resûl Temûr ê diyar kir hêj ji serlêdanê re bersiv nehatiye dayîn, da zanîn ku ger heta dawiya meha Çile bersiv negrin, dê rewşa pêvajoya girtî ya rojnamevan berçav bigrin û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.
‘Armanc ew e ku rojnamevan nikaribin kar bînin’
Dîcle Mûftûoglû, diyar kir ku ji ber serdegirtina studyoyan û astengkirina derketina li van cihan re destûr nayê dayîn ku rojnamevanên manê dixebitin û wiha got: “Bi gelemperî dema rojnamevanek tê binçavkirin alavên wê/wî nayên desteserkirin. Materyalên dîjîtal tên desteserkirin, lê li vir bi tevahî alav hatin desteser kirin. Bi awayî xebat meşandina hevalên me yên mayî hat astengkirin. Ev yek jî nîşan da ku armanca sereke ew e ku rojnamevanan bêdeng bikin û bînin rewşa nekare kar bike.”
‘Em bi îdianameya ne hatî amedekirin dibînin ku tu delîl li holê nîne’
Dîcle Muftuoglu, bal kişand ku tevî 6 meh girtina rojnamegeran jî îdianame tune ye. Dicle muftuoglu got ku, bi îdianemeya ne hatî amedekirin sûcên ku li rojnamevanan yên "Endamtiya rêxistinê" tên kirin nabe delîl ji bo sûcdar kirinê. Dîcle Mûftûoglû diyar kir ku rojnameger tenê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatine girtin û bûyer bi kurtasî bi van gotinan îfade kir: "Rewşeke wisa heye ku rojnameger heta ku ji destê wan tê di girtîgehê de dihêlin ku ji bo nekaribin kar bikin."
‘Bi rêya çapemeniya azad peyam ji rojnamegerên din re tê dayîn’
Dîcle Muftuoglu diyar kir ku di operasyonên meha Cotmehê de li Enqereyê hatine kirin de, 9 rojnameger hatin girtin û anî ziman ku her du operasyon jî ji konjuktura siyasî serbixwe nayên nirxandin.
Dîcle Muftuoglu diyar kir ku ew bi van polîtîkayan hewl didin ku desthilata xwe ya xetimiye vekin û got: "Hikûmet wisa difikire ku ger rojnamegeran bigire, rewşên wekî binpêkirinên wan, rastiya şer û êrîşên çekên kîmyewî wê neyê dîtin. Bi vê yekê plan dike ku ji bo em nikaribin bixebitin û ji aliyê din ve jî plan dike ku peyamekê bide rojnamevanên din. Bi vê armancê tê dixwazin vê peyanê bidin rojnamevanan, hûn nûçeyên wiha çêbikin û bînin rojevê wê demê hun jî wê heman çarenûsê bibînin."
‘Em pîşeya xwe didomînin’
Dîcle Muftuoglu, anî ziman ku wê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin û wê pîşeyê xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji roja destpêkê ve me hewl da ku li kolanan bin û bi berdewamkirina rojnamegeriya xwe hewl da vê rewşê ji holê rakin. Ji ber ku ji 30 salan zêdetir kevneşopiya çapemeniya azad heye. Bi bomberdûman, komkujî û girtinan hewl hat dayîn ku ev kevneşopî bê bêdengkirin. Mîna duh, piştî ku Apê Mûsa hat qetilkirin, hevalên din şûna wî girtin û xebitîn, îro jî em bi heman awayî hewl didin vê pîşeyê bidomînin."