Platforma Lêkolîna Koçberiyê: 3,3 milyon mirov ji herêma erdhejê koç kirin

Li gorî "Rapora Çavdêriya Qada Erdhej-Koçberiyê" ya Platforma Lêkolînên Koçberiyê; 3,3 milyon mirov ji herêma erdhejê koç kirine, 2 milyon mirov jî li bajarên kon û konteyniran jiyana xwe didomînin.

Stenbol - Platfroma Lêkolîna Koçberiyê ku Komeleya Şopandina Koçberiyê (GÖÇÎZDER), Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamya, Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Çûkûrovayê û Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê ku di nava wan de cih digre, di çarçoveya çalakiyên “Hefteya Koçberiyê”, “Rapora Çavdêriya Qada Erdhej-Koçberiyê" weşand.

‘Erdheja sedsalê bû'

Di civîna çapemeniyê ya li avahiya GÖÇÎZDER a Stenbolê hat lidarxistin de Hevseroka GÖÇÎZDER Kamîle Kandal rapor xwend. Kamîle Kandal diyar kir ku di erdheja 6'ê Sibatê de parêzgehên Hatay, Mereş, Semsûr û Meletî bi giranî bandor bûn û bajarên Dîlok, Amed, Riha, Osmaniye, Kilîs û Xarpêtê jî di nava bajarên bandorbûn de cih digre. Kamîle Kandal destnîşan kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji amarên fermî gelekî zêdetir e û ev hejmar nêzî 100 hezarî ye û da zanîn ew vê erdhejê weke erdheja sedsalê dibînin.

'3,3 mîlyon mirov koçber bûn'

Li ser daneyên koçberiya demkî ya piştî erdhejê ev agahî da: “3,3 milyon kes ji herêma erdhejê derketin û koçî parêzgehên din kirin. Nêzîkî 2 mîlyon mirov li bajarên kon û konteyniran dijîn. 800 hezar kes di konên demkî yên ku li gundên herêma erdhejê ava kirine de dimînin. Dema em li koça demkî ya ji herêma erdhejê ber bi bajarên din ve dinêrin; Enqere di nav bajarên ku mazûvaniya mexdûrên erdhejê kiriye  de cih digre. Enqereyê bi koçberiya demkî nêzî 300 hezar mexdûrên erdhejê girt. Piştî Enqereyê li gorî qeydên fermî nêzî 154 hezar mexdûrên erdhejê koçî Antalya, 65 hezar Mêrsîn, 50 hezar Xarpet, 40 hezar jî koçî Qeyserî û Muglayê kirine.”

‘Veguherina bajar dê bi deh salan berdewam bike’

Kamîle Kandal bal kişand ku tiştên di erdhejên li 11 bajaran de qewimîne û wiha got: “Wê qonitên ji bo mexdûran tên çêkirin, dê zû temam nebin. Wê çêkirina wan dereng bikeve û çend salan dewam bike. Bajarên ku hilweşandinek giran lê qewimiye û bajarên ji şiklê xwe derketine, ji bo veguherin bajar dê bi deh salan berdewam bike.”

Kamîle Kandal destnîşan kir ku hem ji civakê û hem jî ji aliyê rêveberan ve li herêma erdhejê pêvajoyeke bi hêvî ya ji bo siberoja erdhejê avakirin, neçarî ye.