Jinên beşdarî komxebatê bûn: Çareserî projeya netewa demokratîk e

Jinên ku di komxebata “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk riya ber bi aştiyê ve” ya li Beyrûd paytexta Libnanê hat lidarxistin de axivîn diyar kirin ku kilîda çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd- Di komxebata “Ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk, riya ber bi aştiyê ve” qeyrana ku welatên Rojhilata Navîn di nav de ne, bi nîqaşên girîngiya projeya neteweya demokratîk riyên çareseriyê bi dawî bû.

Komxebatê di 13’ê Hezîranê de li paytexta Lubna Beyrûdê ji aliyê Kongreya Federal a Daîm a Lubnanê ve bi hevkariya Komeleya Newroz a Çandê, Platforma Rojhilat a Pirreng, Demokrattia Novus Orao Seclorum û RESILIENT BEIRUT hat rêxistinkirin, jinan riya çareseriyê ya qeyranên Rojhilatê Navîn nîqaş kirin. Di rûniştina bi sernavê “Bingehên ronesansê li Rojhilata Navîn” de dê şoreşa fikrî û exlaqî, neteweya demokratîk û şoreşa jinê werin şîrovekirin rojnameger Khazna Nabî moderatoriya wê kir de di axaftinan de bal hat kişandin ku serhildana bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengiya jinan dest pê kiriye. Di heman demê de şoreşa Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşandana têkoşîna jinan a li cîhanê rûnştin temam bû.

‘Divê Abdullah Ocalan bi fizîkî azad bibe’

Beşdaran diyar kirin ku bi teybetî ew qeyrana ku Rojhilata Navîn û Tirkiye di nav de derbas dibe pêwîstiya wê bi projeya netewa demoratîk heye. Bi bîr xistin ku divê Adullah Ocalan bi awayek fizîkî azad bibe. Divê balê bidin mafên jinan. Beşdaran xwestin pirgirêkên Rojhilata Navîn ên siyasî, çandî û aborî bi riya konfederasyonek demokratîk werin çareserkirin. Anîn ziman ku ji bo ev bi ser bikeve pêwîstî bi stratejiyek hevpar heye. Beşdaran pirsgirêka neçariya  koçberiyê ya di encama polîtîkayên şer de nîqaş kirin, bi taybetî bal kişandin ser Sûriy  û qeyrana ji cihbûn û bicihbûnê girtin dest.

‘Ji bo pêşerojê divê em vîzyonek ava bikin’

Ji jinên ku ji ajansa me re axivîn çalakvana mafên mirovan a Tûnisê, endama yekitiya jinan a Afrîkayê û ewlehî û aştiyê Salwa Qida diyar kir ku mijara vê komxebatê wê teşwîqî hinek pirsan bike û wiha got:

“Rojhilata Navîn a demokratîk çi ye? Li welatên ku azadiya civakê tunebe, wê civakek demokratîk çawa ava bibe? Li gorî min demokrasî bi gelek bingehan ve girêdayî ye û lê ez li ser du bingehan sekinîm. Ya yekem pêwîstiya avakirina dewletê ango dîn û dewlet ji hev cuda be. Ji ber civaka ku li welatên Rojhilata Navîn dijîn xwedî nasname, ziman, çand û baweriyên wan ên cuda ne. Ya duyem demokrasî ye. Dewleta sivîl xeyal e. Nivîskarê Îngilîz Samuel Johnson, ji bo di vê qadê de bigihîje hedefên mezin dibêje baweriyek xurt pêwîst e. Baweriya me nîn e, heman tişt baweriya me ya ji bo dîroka me jî derbasdar e. Di demên beriya Xirîstiyaniyê de û di avakirina damokrasiyê de Kartca û kralîçeya yekem kîralîçe Alissa jî di nav de di civakên li pêş de rola jinan hebû. Fîlozof Arîstoteles fikirî ki destûra bingehîn a Kartaca ev e. Di wê demê de ji destûra bingehîn a Atînayê baştir bû. Ji ber wê ji bo em vegerin xala ronî ya dîroka xwe, ji bo înşakirina îro û pêşerojê bingehek e. Ji ber vê em ji dewletek ku wekheviyê çêdike dûr in. Lê divê em bêhêvî nebin, em hêza xwe kom bikin û ji bo pêşerojê vîzyonê derbixin holê.”

‘Azadiya civakê di azadiya jinan de derbas dibe’

Lêkolîner û siyasetmedara Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Mizgîn Mugiriyan destnîşan kir ku di danişîna yekem a komxebatê de li Rojhilata Navîn demokrasî, şoreşa jinan, jinên Kurd bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ çawa pêşengî ji şoreşê re kirin nîqaş kirin û diyar kir ku ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlham girtiye û kok û wateya dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ anî ziman û got: “Di dîroka du hezar salên dawî ya şaristaniyê de ji dîroka ku jin hatin kolekirin ne tiştek din e. Jin bingeha civakê ne û azadiya civakê di azadiyê jinan re derbas dibe. Şoreşa jinan a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya netewa demokratîk ku ketiye meriyetê jê derse digrin. Qeyrana ku Rojhilata Navîn rû bi rû maye wê bi sîstema netewa demokratîk were çareserkirin.”

Şêwermenda karên civakî ya rêxistineke mafên mirovan û parastina aştiya cîhanî ya navneteweyî Dr. Zinab Al Khnsa da zanîn ku li welatên Rojhilata Navîn zext li ser azadiyê hene û divê fikrên aştî û pêşketinê esas bigrin û wiha got: “Ji ber hemû azadiya li wê derê hatiye tepisandin. Ji bo jin mafên xwe biparêzin pêwîstî bi avakirina şert û mercan heye.”

‘Riyên çalakiyên hevbeş hatin dîtin’

Di danişîna duyem a komxebatê de dîrektora xebatên zayendî ya civaka Sûdanê, çalakvana mafên mirovan, lêkolînera jin û siyasetê Neamat Koko moderatoriya nîqaşên bi sernavê ‘Ber bi Rojhilata Navîn a demokratîk ve’ kir û diyar kir ku ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk pêwîstî bi stratejiyek hevpar heye û bi bîr xist ku ji bo gihandina konfederasyona demokratîk riyên dîtina çalakiyên hevpar şert e û got: “Ez bi mijarên li ser Rêber Abdullah Ocalan re mijul dibim. Tişta ku herî zêde bala min kişand tecrubeyên jinên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Nirxên ku rêber Abdullah Ocalan parast pêkanîna wê ya praktîkî ye û vê yekê wisa dinirxînim. Hemî jinên ku li herêmên Ereb an jî di tevgerên femînîstan de modelek ku pêk were ye. Ger jin azad bibin, wê civak û mêr jî azad bibin tê dîtin û ji ber vê jî civakek azad azadiya jinan dixe bin temînatê.”

‘Demê em ji xwişk û birayên xwe yên Kud îlhamê bigrin’

Endama Tevna piştevaniya jinê ya di qada navnetewî û di qada hiqûqa mirovî de xwedî diktora ye li Yemenê Dr. Raeda Hussein Al  got: “Di dema komxebatê de metnên xebatê gelek dewlemend bûn, ez ji wan tiştên ku min dîtin û bûm şahid gelek memnûn im. Ez di wê hêviyê de me ku di tevahî civakê de komxebatên bi sûd werin kirin.”

 Çalakvana femînîst, nûçegihana me ya Tûnisê Zouhour Mecherguî jî wîha got: “Di komxebatê de beşdariyek navneteweyî hebû. Beşdarên ku bawerî bi doza gelê Kurd û fikrên Rêber Abdullah Ocalan anîn û esas girtin, nîqaşên girîng meşandin. Hemû beşdaran diyar kirin ku divê şoreşa jinan a li Rojava bigihîje hemû dinyayê û hewldanên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî îradeyek bi hêz dîtine. Sînevîzyona ku şoreşa Rojava dianî ziman gelek bi bandor bû. Têkoşîna YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê daye meşandin, bi wêne û dîmen hatiye belgekirin. Kobanê û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin azadkirin. Îro jiyana demokratîk, azadiya mayînde û ji bo di nava kesên civakê de wekheviya çalak, dem hatiye ku ji şoreşa jinan a Rojava û xwişk û birayên me yên Kurd em îlham bigrin.”