Google ji reklamên navendên li dijî kurtajê 10 milyon dolar qezenc kir!

Raporek nû ya hat weşandin da zanîn ku Google di du salên dawî de bi nîşandana reklamên xapandina navendên li dijî kurtajê herî kêm 10 milyon dolar qezenc kiriye.

Navenda Nûçeyan- Navenda Têkoşîna li Dijî Nefreta Dijîtal (CCDH) raporek nû weşand. Li gorî raporê, Google di nav du salên dawî de di encama lêgerînê de ji reklamên xapandinê yê navendên li dijî kurtajê 10,2 milyon dolar qezenc kiriye.

Di rapora ku hat weşandin de nîşan dide ku Google çawa ji reklamên ku dikare zirarê bide bikarhêneran sûdê digre. Tesîsên li dijî kurtajê ku di hawirdora dîjîtal de jê re "navenda ducaniyê ya qeyranê" tê gotin, hewl dide kesên ku dixwazin kurtajê bikin ji xizmetên bijîjkî dûr bixe.

CEO’yê CCDH Îmran Ehmed diyar kir ku Google di vê mijarê de hevkarê sûc e û wiha got: "Google beşdaran û piştgirek dilxwaz a pîşesaziya klînîkî ya sexte ku ji kampanyayên lobiya li dijî kurtajê sûd digre û piştgirî dide wan e."

Çar qat zêde pere hatiye dayîn

Di analîza raporê de, bi tevahî 976 malperên klînîkî yên sexte hatine tesbîtkirin û ji wan 188 di du salên borî de ji bo li Google reklamê bidin pere dane. Di vê pêvajoyê de komên li dijî kurtajê hema bejê kampanyayên eşkere û yên li dijî kurtajê çar qat zêdetir ji bo reklamkirina klînîkên sexte xerc kirine. Xerckirina reklamên klînîkî yên sexte li dewletên ku kurtaj qanûnî ye herî zêde ye. Dema ku komên li dijî kurtajê li van eyaletan 7,3 milyon dolar xerc kirin, hat dîtin ku li 13 eyaletên ku niha kurtaj bi tevahî ne qanûnî ye 1,6 milyon dolar xerc kirine. Ev nîşan dide ku çavkaniyên tevgera li dijî kurtajê xwe li ser reklamên ku bi mebesta xapandina kesên mafên wan ên qanûnî hene ku bigihîjin xizmeta kurtajê disekine.

Turîzma kurtajê tê hedefgirtin

Klînîkên sexte ji bo ku reklamên xwe yên li lêgerîna zêdetirî 15,000 pirsên cihêreng ên wek “ducaniya plankirî", "klînîka kurtajê ya li nêzî min," û "hebên kurtajê" nîşan bide, pere dan Google’yê. CCDH’ê, diyar kir ku komên li dijî kurtajê di encamên lêgerînê yên cihên ku kurtaj lê qanûnî ye bi dayîna reklaman bi taybetî ji bo navendên qeyranê, "turîzma kurtajê" armanc dike.