Jiyan Bengî ya enternasyonalîst: Em ji bo azadiya jinê têdikoşin

Şervana enternasyonalîst Jiyan Bengî ya di nava Şoreşa Rojava de cih digre, ji bo azadiya jinê bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî pergala baviksalarî û kapîtalîst û bang li jinên cîhanê kir ku ji bo guhertina vê sîstemê xwe bi rêxistin bikin.

EBÎR MUHEMED

Hesekê – Jiyan Bengî ya ji Elmanya ku ji salên dirêj ve Şoreşa Jinê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir û ji bo têkoşînê berê xwe da qada şoreşê, ji ajansa me re axivî. Jiyan Bengî bal kişand têkoşîna jinan a li qada Şoreşa Jinê û got, “Şerê ku em niha didin şerê ji bo parastina hebûna jinan û bidestxistina azadiya wan e divê ku em bikaribin xwe bigihîjînin jinên cîhanê û bi hev re rêxistina xwe xurt bikin.”

Jiyan Bengî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sedemên ku dihêlin mirov ji welatên cuda berê xwe bidin Rojava wiha nirxand: “Gelek kes ji welatên cuda û sedemên cuda beşdarî berxwedana di nava Şoreşa Rojava de bûn. Herî zêde jî mijara wijdanî û mirovî li pêş bû ku êrîşên li ser vî gelî ji dijmin û teroran nehat qebûlkirin. Êrîşên  li ser gelê Şengalê, Kobanê û herêmên cuda hişt ku gelek kes ji welatên cuda berê xwe bidin Kurdistan û taybet jî Rojava. Xwestin bi vê gavê re li dijî terora DAIŞ’ê şer bikin. Ji hêleke din ve gelek mirov hebûn xwestin Şoreşa Rojava ji nêz ve nasbikin û biparêzin. Dîtin ku çawa jinan şer dikin li hemberî terorê û li ber xwe didin. Ji vê bingehê ve xwestin ku gaveke rast bavêjin û ji bo guhertina pergala cîhanê ya kapîtalîst û baviksalar rol bileyîzin.”

‘Şerê li dijî DAIŞ’ê û perspektîfa lêgerîna jiyana rast’

Jiyan Bengî destnîşan kir ku ew li dijî çeteyên DAIŞ’a reş û tarî ne û ev yek ji sedemên şerê wan e ji bo tunekirina vê terorê û wiha pê de çû: “Cîhana me di nava aloziyê de ye, sîstema ku em tê de dijîn û di nav de mezin dibin nabe bersiv. Berevajî vê yekê jiyana mirov tevlihev dike di hêla exlaqî de, di naskirina armancên jiyanê de. Gelek kesan jî berê xwe da DAIŞ’ê û tevli wan bûn, ji nav wan ciwanên Ewropayê, ev yek dihêle ku mirov rewşeke şoqê bijî, çi têkiliya DAIŞ’ê bi lêgerîna jiyanê heye? Ev jî diyar dike ku rastî ji şaşîtiyê ne zelal e. Pirê caran mirov digihîje asta bêçaretiyê, hundirê wê/î vala dimîne û dixwazin ku tişteke rast bike. Bêguman tevlibûna nava DAIŞ’ê gaveke ne rast e divê ku em vê yekê binirxînin. Tiştên ku DAIŞ’ê kirin pir zelal bûn, tecawiza li dijî jinan, serjêkirin, kuştina zarokan, tawanên dijmirovî û bi sedan jenosid çêkirin.”

Di Şoreşa Jinê de pêşengên enternasyonalist

Jiyan Bengî çend jinên enternasyonalîst ên ku di riya azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr anî û wiha berdewam kir: “Pir jin ji derveyî Rojava hatin tevlî têkoşînê bûn û di şoreşa jinan de cihê xwe girtin. Jinên ku gihîştine asta şehadetê li ser axa Rojava hene, ji wan Toprak Çerkes, Destan Tirk, Îvana Hofman, Hêlîn ji Brîtanyayê, Lêgerîn ji Arjantînya, Ceren û gelek şervanên din ên ku canê xwe kirin feda. A girîng ku bala mirov dikişîne di vê hawê de yek jin û a duyem jî ew e ku ji welatên curbecur hatine ji bo dozekê, ji bo armanceke bi wate û amade ne ji bo ku her tiştî bikin ji bo serxistina vê şoreşê. Ne tenê di aliyê şehadet û fedayî de, di heman wextî de di aliyê tevlibûna jiyan, şoreş, naskirina rastiya xwe û di aliyê naskirina rastiya jinan de. Van jinan dît ku li ser vê axê bersiv, jiyan û têkoşîna ku ew wekî jin dikarin tê de cihê xwe bigirin heye.”

Tabûra enternasyonalîst a antî-faşîst

Jiyan Bengî da zanîn ku avakirina tabûreke neteweyî li Rojavayê Kurdistanê girîng bû ji bo destnîşankirina hebûna xwe û xurtkirina hêza xwe di vê şoreşê de bi hemû pêkhateyan re û wiha dirêjî da gotina xwe: “Avabûna Tabûra Enternasyonal girîng bû, ji ber ku çawa her pêkhateyeke rengê reng di vê erdnîgariyê de xwe birêxistin dike, pêwîstî hebû ku şervanên enternasyonalîst jî ên ku beşdarî vê şoreşê bûn xwe di bin sîwan ango banê tabûrekê de rêxistina xwe ava bike. Ev di cewherê xwe de seknekê diyar dike û tu bi saya wê hebûna xwe îsbat dike ku tu jî heyî. Em jî li dijî sîstema ku dixwaze mirovan ji koka xwe dûr bixe, em dijî jiyana reş û tarî ne. Helbet di heman demê de em li dijî DAIŞ’ê û êrîşên dagirkeriya Tirk in. Mirov dikare destnîşan bike ku ev tabûr sengereke li dijî faşîzim û tecawîzê ye. Bi armanca ev tabûr jî di nava şoreşê de cih digire. Bêguman endamên vê tabûrê di nav gelek operasyonan de rola xwe lîstine û bedelên mezin jî dane, şehîd ji welatên cuda pêşkêş kirine di ber şoreşê de.”

‘Bi hev re hêza me xurt dibe’

Jiyan Bengî teqez kir ku ew bi hev re dikarin guhertinên mezin çêbikin û jiyaneke azad û wekhev ava bikin û got: “Em bi hev re dikarin jiyan bikin, têkoşînekê bidin meşandin û şoreşê çêbikin. Tu çi ol be û çi pêkhate be û ji kîjan welatî jî be, bi hev re hêza me xurtir dibe. Em bi hevdu re dikarin sîstema kapîtalîst û baviksalar biguherînin, dikarin jiyaneke wekhev û azad ava bikin, em ê bikaribin jiyaneke xweş û bedew ava bikin.”

‘Şerê ji bo parastina hebûna jinan’

Jiyan Bengî bal kişand ser şerê dijî sîstema baviksalar û kapîtalîst ji bo bidestxistina mafên jinan û azadîkirina wan û wiha bi dawî kir: “Di cîhanê de bi giştî divê ku jin rastiya xwe di hundirê sîstem û malbateke desthilatdar de baş nas bike. Girîng e ku hebûn û mafên xwe bizanibe. Her wiha bi hevdu re rêxistinkirin, hêzkirin û wate dayîn bigeh e ji bo ku em bikaribin vê sîstemê biguherin. Ev tenê ji bo jinên welatekî taybet ne derbasdar e belê em ji bo jinên tevahî cîhanê dibêjin. Eger ku em tenê bi azadîkirina kes ango esasgirtina cihekî biçûk bifikirin, wê demê encam nayê girtin. Ji ber ku pirsgirêk ne ya yek-kes e, em behsa sîstemekê dikin û ev sîstem kujer e dixwaze ku me jinan bikuje. Lewre şerê ku em niha didin meşandin; şerê ji bo parastina hebûna jinan û bidestxistina azadiya wan e divê ku em bikaribin xwe bigihîjînin jinên cîhanê û bi hev re rêxistina xwe xurt bikin.”