Li Îranê pirsnemaye mecbûrî li xwendekaran hat ferzkirin

Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ji bo lêkolînkirina nêrînên siyasî û olî yên xwendekaran, hevdem ligel îmtîhanên dawî yên hem xwendekarên pola sêyemîn a navîn û hem jî li zanîngehan, pirsname belav kir.

LARA GOHRÎ

Urmiye – Hat zanîn ku Wezareta Perwerdeyê ya Îranê pirsnameya mecbûrî li ser xwendekaran belav kiriye û hewl daye bi vê awayê nêrînên siyasî û olî yên xwendekaran bi zanibe û li gor vê tevbigere. Beriya destpêkirina azmûna dawî ya pola duwanzdeh ku li seranserê welat di bin çavdêriya wezareta perwerdeyê de tê lidarxistin, xwendekar neçar man pirsnameyeke ku tu eleqeya wê bi îmtîhanan re tune bû, tijî bikin ku duh danê sibê hatibû dayîn. Li hemberî pirsnameya mecbûrî ya ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ve tê belavkirin bertek bilind bûn.

Pirsên ecêb ji xwendekaran hatin pirsîn

Di rojnameyê de pirsên curbecur li ser berjewendiyên wan ên siyasî, olî, yan çandî, yan jî awayê danûstandin û rexnekirina xwendekaran, bi mebesta jêpirsîna nerasterast ji wan re hatine nivîsandin.

Xwendekara pola 12’an a Urmiyeyê Dalia Q. got: “Haya me tunebû ku em bersiva pirsnameyê bidin yan na. Li ser kaxizên ku berê navên me û nîşana neteweyî ya her yek ji me tomar kiribûn, hatibû nivîsandin ku bersivên me dê nehênî bimînin .

Her wiha diyar kir ku wê red kiriye kaxeza pirsnameyê tijî bike lê parêzger nehişt ku ew ji navenda îmtîhanê derkeve û jê re got: "Divê hûn berî derketina ji salona îmtîhanê vê kaxeza anketê tijî bikin, nexwe em ê we qeyd bikin.”

Neçarî bersivdayîn ma

Dina M. yek ji wan xwendekaran e ku neçar ma bersiva kaxeza pirsnameyê bide û wiha got: “Pirsên di anketê de bûn pir ecêb bûn, tu eleqeya wan bi mijarên akademîk re tunebû dema min ji mamoste pirsî ka çima divê ez bersiva van pirsan bidim, wî got mecbûrî ye û diyar kir ku neçar maye bersivan binivîsîne bêyî ku bibe sedema pirsgirêkê.”

Hêjayî gotinê ye ku hevdem bi destpêkirina serhildana gelêrî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, bi îdiaya ku tevli xwepêşandanên seranserî welat bûne, li dibistan û kolanan kom bûne û dirûşmên li dijî desthilatdariyê berz kirine, 70 xwendekarên zarokên keç û xort jiyana xwe ji dest dan û bi dehan xwendekarên jin jî hatine girtin.