'Beriya ku keştî noqî avê bibe agahî dabûn Yewnanistanê'

Ajansa parastina sînor a YE’yê ragihand ku keştiya li peravên Yewnanistanê bû sedema mirina herî kêm 79 penaber û bi sedan penaberên winda, beriya ku noqî av bibe ji Yewnanistanê re rewşê ragihandine.

Navenda Nûçeyan- Rêveberê Ajansa Parastina Sînor a Yekitiya Ewropayê (YE) Frontex Hans Leijtens der barê keştiya masîgiran a ku li Nîvgirava Peloponnesê ya Yewnanistanê bi sedan penaber têdebûn û noqî avê bû de daxuyaniyek da.

'Agahiya Yewnanistanê jê hebû'

Hans Leijtens diyar kir ku beriya keştî noqî avê bibe, wan keştiyek teşhîs kirine û ji rayedarên herêmî yên Yewnanistanê re ragihandine û diyar kir ku gelek xemgîn e qezayeke din a trajîk pêk hatiye û rewş gelekî dramatîk e. Hans Leijen wiha axivî:

"Roja Sêşemê hevalên min ê kar, keştiya masîgiriyê ya ku tê de nezî 600 kesên ku dibe ji aliyê bazirganên mirovan ve bi hev ve hatine asêkirin hebû, ber bi Yewnanistanê ve diçû dîtin. Ji ber ku erka me bû, me agahî da rayedarên herêmê. Rewşeke pir xemgîn e ku keştî roja Çarşemê noqî avê bû û qezayeke din a trajîk pêk hat.”

'Divê em ji bo demeke dirêjtir amade bin'

Hans Leijtens bal kişand ku sedemên revê yên wek xizaniyê dê ewqas zû neguherin û wiha got: “Divê em ji bo pêvajoyekê ku zêdetir koçberî bên jiyîn, amade bin. Ji ber vê yekê divê em hewl bidin rê li ber dûrketina mirovan bi awayekî ne qanûnî bigrin lê di heman demê de koçberiya qanûnî jî hêsan bikin. Her wiha pêwîstiya me bi guhertina bi bandor û mirovî heye.”

Hat îdiakirin ku di keştiyê de zêdeyî 100 zarok hene

Rêxistina Sivîl a bi navê Save The Children, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de diyar kir ku îfadeyên şahidên bûyerê diyar dike ku dibe nêzî 100 zarok di keştiya ku duh noqî avê bû de asê mabin. Di nûçeyên ku di çapemeniya Yewnanistanê de cih girtin de, hat ragihandin ku nexweşekî di keştiyê de gotiye di embara keştiyê de nêzî 100 zarok hene.

9 kes hatin binçavkirin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Yewnanistanê ragihandin ku li Yewnanistanê ji ber karesata ku bi sedan kes tê de winda ne, 9 welatiyên Misirê bi gumana "qaçaxkariya mirovan" hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku di nav kesên hatine binçavkirin de serokê keştiya noqî avê bûye jî heye.

Li Yewnanistanê gel daket kolanan

Li aliyê din gelê ku li Yewnanistanê daket kolanan bûyerê şermezar kir. Polîsan êrîşî meşa li paytext Atînayê hat lidar xistin kirin ku bi hezaran kes tevli bûbûn.