Pirtûk û belgefîlm a 'Rûyê Nedîtî yê Xizaniya Kûr, Jin’ derdikeve

Pirtûk û belgefîlma Endama Meclisa Şaredariya Sûrê ya HDP'ê Bîrsen Guneş a bi navê 'Rûyê nedîtî yê Xizaniya Kûr, Jin' bi xwendevan û temaşevanan re tê cem hev.

Navenda Nûçeyan - Endama Meclisa Şaredariya Sûrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bîrsen Guneş di pirtûka xwe ya bi navê ' Rûyê Nedîtî yê Xizaniya Kûr, Jin' de hevpeyvînên ku bi jinên Sûrê re kirine berhev kir. Pirtûk û belgefîlma ku ji bo çapê hatiye amadekirin, çîrokên 12 jinên ji taxên Surîçî yên Amedê cih digirin.

Bîrsen Guneş xebatên xwe ji Ötekilerin Gündemi re parvekir  û diyar kir ku jin rûyê nedîtî yê xizaniya kûr e û gotinên xwe wiha domand:

“Ji ber ku jin nikare di nava têkiliyên kar û hilberînê de cih bigire, di nava vê pergalê de her tim girêdayî kesekî din tê hiştin. Amed ne tenê ji bo me ji bo cîhanê û mirovahiyê jî bajarekî pir girîng e. Bi dîroka xwe ya şaristanî, kombûna civakî û çandî û reseniya xwe yek ji kêm bajarên cîhanê ye. Nirxa manewî ya Amed û navenda wê Sûrê ji bo me bi tiştekî nayê pîvandin.

'Divê pirsgirêkên gel bên çareserkirin'

Bîrsen Guneş bi bîr xist ku Sûra ku mîrateya mirovahiyê ye ji sala 2015'an û vir ve di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih girtiye û wiha got: "Baxçeyên Hevselê ku şopa zêdetirî 30 şaristaniyan li xwe digire û xwedî dîrokeke çandiniyê ya 8 hezar salî ye. Di dîroka mirovahiyê de cihekî girîng e. Ji bo navçeya me Sûra ku bûye paytextê şaristaniyê li cihekî wiha çandî bi xizaniyê ve neyê girêdan, divê pirsgirêkên gelê Sûrê yên bedew ên li dijî xizaniyê li ber xwe didin û bi dîroka xwe re dilsoz in bên çareserkirin.”