Pevçûnên Îsraîl û Filistînê ket roja xwe ya 5’emîn

Pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de di roja 5'emîn de berdewam dikin. Êrîşên hewayî yên balafirên şer ên Îsraîlê yên li dijî Şerîda Xezayê tevahiya şevê dewam kir. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant got, "Em niha dest bi êrîşeke bi giştî dikin

Navenda Nûçeyan - Şer û pevçûnên Îsraîl û Filistînê yên ku piştî operasyona 'Tofana Eqsayê' ya baskê çekdar ên Hamasê yên Tûgayên Îzedîn El-Qassam ên di 7'ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê dest pê kiribû, ket roja xwe ya 5'emîn. Li Xezayê ceyran û av hat birîn, herikîna erzaq hat sekinandin. Fîlîstînê ji bo alîkariyên erzaq û alavên tibbî derbasî Xezayê bibe banga vekirina "korîdoreke ewle"  kir û bal kişand  ser krîza mirovî ya tê jiyîn.

Kesên ku malên xwe terikandin ketin rê

Hat diyarkirin ku ji ber bombebarana dijwar a balafirên şer ên Îsraîlê gelê li taxên li rojavayê Xezayê dijîn malên xwe terikandin û xwe li navenda bajêr girtin. Piştî bomberbarana dûmaneke zêde ji herêma Mecmaî Ensar, kolana Reşîd û qeraxa rojavayê bajêr bilind bû. Kesên ku rastî êrîşên hewayî hatin malên xwe terikandin û ketin ser rêyan ber bi deverên navendî yên bajêr. Bombebarana bi dijwarî li taxên Derecê yên li rojhilatê bajêr, Kerame li rojava û Furkanê yên li bakur didome.

Filistîniyan xwe spartin dibistanan

Zêdetirî 137 hezar Filistînî xwe spartin dibistanên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li Şerîda Xezayê. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Îsraîlê "rasterast" Ajansa Alîkariya Penaberan a Filistînî kir hedef.

Filistîn: Îsraîlê bombeya fosforê li Xezayê bikar anî

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Filistînê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Îsraîla dagirker fosfora spî ya ku di qada navneteweyî da qedexe ye li dijî Filistîniyan bi kar tîne."

8 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan

Buroya Çapemeniyê ya Hikûmetê ya li Xezayê ji ber êrîşên Îsraîlê têkildarî kuştî, birîndarên di çapemeniyê de hatin hatin jiyîn daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşan de 8 rojnameger jiyana xwe ji dest dane, 10 rojnameger birîndar bûne û 2 rojnameger jî winda bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku navên rojnamegerên ku mirine Saîd El-Tavil, Muhammed Subh, Hîşam en-Navacihe, Îbrahîm Lafî, Muhammed Cergun, Muhammed es-Salihi, Esad Şemlah û Selame Mime ne û hat ragihandin ku ji Nidal el-Vahidî û Heysem Abdulvahid ti agahî nehatiye girtin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê de malên 3 rojnamegeran bi temamî hatine rûxandin û 40 saziyên çapemeniyê yên li bajêr bûne hedefa êrîşên hewayî.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîl: Em êrîşeke giştî dikin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant got: "Min hemû astengî rakirin. Niha em bi tevahî êrîş dikin. Dê Xeza tu carî nebe wekî berê.”

Li Şerîa Rojava şerê çekdarî

Ji aliyê din ve di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat îdiakirin ku li Taxa Furkan a Xezayê zêdeyî 200 hedef ji aliyê bi dehan balafirên şer ve hatine lêxistin. Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de li Taxa Furkanê 450 noqte hatine hedefgirtin.

Hat ragihandin ku li bajarê Tûbasê yê li bakurê Şerîa ya Rojava di navbera leşkerên Îsraîlê û Filistîniyan de şerê çekdarî derket. Şahidên bûyerê diyar kirin ku leşkerên Îsraîlê li bajarê Tûbasê mala Nader Savafta ku yek ji pêşengên Tevgera Hemasê ye dorpêç kirine. Di dema dorpêçê de di navbera leşkerên Îsraîlê û komên çekdar ên Filistînê de pevçûnên çekdarî yên dijwar rû da. Têkildarî kuştî û birîndarên di encama pevçûnan de agahî bi dest neketin.

Artêşa Îsraîlê: 169 leşker mirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hejmara leşkerên wan ên ji 7ê Cotmehê û vir ve hatine kuştin 169 e. Di daxuyanîya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de nasnameya 14 leşkerên mirî hatin eşkerekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hamasê 4 hezar û 500 roket avêtin Îsraîlê, artêşa Îsraîlê jî ji Şerîda Xezayê 2 hezar û 329 hedefan xistine.