Rojnamevan Nazîla Marûfiyan li Silêmaniyê di bin êşkenceyê de ma

Rojnameger Nazîla Marofiyan ku 4 caran ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re hat girtin, ragihand ku ji ber zextên lê dihat kirin derbasî bajarê Silêmaniyê bûbû, êşkence lê hatiye kirin.

Navenda Nûçeyan – Rojnamegera Kurd Nazîla Marofiyan a ku li Îranê piştî hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî ya ku li Tehrana paytexta Îranê ji aliyê 'polîsên exlaqî' ve hat qetilkirin, 4 caran hat girtin û rastî êşkenceyê hat, ji ber zextan neçar ma koçî Herêma Federal a Kurdistanê bike.

Rojnameger di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de diyar kir ku 13 rojan li Silêmanî hatiye girtin û êşkence lê hatiye kirin. Nazîla Marofiyan a ku li derdora çavên wê birîn û di rûyê wê de birîn hene, di vîdeoya ku parve kir de got, "Divê em ji zaliman re bibêjin na."