Daxwaza rawestandina darizandina parlamenter Halîde Turkoglu hat redkirin

Dadgehê daxwaza rawestandina doza ku parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglu jê tê darizandin red kir.

Amed- Derbarê parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglu de ji ber endamtiya Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin û Kongreya Jinên Azad (KJA), bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna dozê hat dîtin.

Daxwaza rawestandina darizandinê hat redkirin

Doz, di sala 2017’an de hatibû vekirin û piştî ku biryara cezayê 6 sal û 3 mehan hat xerakirin, doz careke din li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Halîde Turkoglu tevli danişînê nebû lê parêzerê wê Mehdî Ozdemîr di dozê de amade bû. Mehdî Ozdemîr, da zanîn ku muwekîla wê di hilbijartinên sala 2023’yan de weke parlamenter hatiye hilbijartin û parêzbendiya wê heye û xwest ku darizandina wê bê sekinandin.

Li benda bersiva meclisê bin

Mehdî Ozdemîr da zanîn ku ji ber biryara qedexeya derketina derveyî welat, muwekîla wî nikare di çarçoveya xebatên qanûnsaziyê de biçe derveyî welat û xwest ku biryara qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî bên betalkirin.

Dadgehê daxwaza rawestandina darizandinê û kontrola edlî red kir. Dadgehê biryar da ku ji bo were zanîn bê ka Halîde Turkoglû parlamenter e yan na, ji meclisê re nivîs were nivîsandin û li benda bersiva wê bimînin. Danişîna dozê taloqî 6’ê kanûnê hat kirin.