Bilançoya şerê Filistin-Îsrailê giran dibe

Di şerê ku bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir, li aliyê Îsraîlê herî kêm hezar û 200 kes, li Şerîda Xeza jî di bombardûmanê de 974 kes jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 260 hezar kes jî neçar man cih û warê xwe biterikînin.

Navenda Nûçeyan – Berdevkê artêşa Îsraîlê sibeha Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê de hejmara qurbaniyan gihîştiye 1200 kesî. Jonathan Conricus her wiha li ser hesabê xwe yê X'ê dîmenek weşand û diyar kir ku li aliyê Îsraîlê zêdeyî 2 hezar û 700 kes birîndar bûne.

Li Xezayê 974 kes jiyana xwe ji dest dan

Li aliyê Fîlîstînê jî li gorî rayedarên xwecihî, li Xeza û Şerîa Rojava ya dagirkirî 974 kes hatin kuştin, zêdeyî 5000 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên hikumeta Hamasê diyar kirin ku di êrîşa hewayî ya şeva Sêşemê de herî kêm 30 kes hatin kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê sibeha Sêşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku li herêmên nêzî Xeza cenazeye 1500 şervanên Hamasê hatine dîtin.

Zêdeyî 260 hezra kesan ji cih û warên xwe bûn

Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Şerîda Xeza ku di bin dorpêç û êrîşa Îsraîlê de ye 263 hezar û 934 kes neçar man cih û warê xwe biterikînin. Tê texmînkirin ku ev hejmar zêdetir bibe.

Hate ragihandin ku hejmara mirovên li Şerîda Xeza ji cih û warê xwe bûn, ji şerê 50 rojî yê sala 2014'an û vir ve gihîştiye hejmara herî bilind.

Bi hezaran avahî hilweşiyan

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li gorî agahiyên ji rayedarên Fîlîstînî wergirtî ragihand ku di bombardûmanê de zêdeyî hezar avahî hilweşiyane, xisareke giran gihaye  560 avahiyan.