‘Em xwedî li Kobanê derketin, emê xwedî li Rojava jî derbikevin’

Di daxuyaniya der barê êrîşên dewleta Tirk li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriye dayîn de, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz got: “Bi îradeyek mezin em xwedî li Kobanê derketin, bi wê rihê emê xwedî li Rojava jî derbikevin.”

Amed- Der barê êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Pariya Çepên Kesk, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) civîna çapemeniyê lidarxistin.

Civîn li Buroya Şêwirmendiya Navenda Giştî a DBP’ê ya li  Amedê hat lidarxistin. Rêveberên saziyên navborî û her wiha Rêveberên Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Kominîst a Kurdistanê (KKP) tev li civînê bûn. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di civîna çapemeniyê de axivî.

‘Tu cudahî ji êrîşên DAÎŞ’ê nîne’

Salîha Aydenîz, diyar kir ku ji 5’ê Cotmehê heta niha dewleta AKP-MHP’ê bi awayekî dijminantiya kurdan êrişî Rojava dike û got: "Di van êriş û bombebaranê de tesîsên av, ceyran û petrolê hilweşandin. Depoyên zexîre û genim û her wiha nexweşxane bombe kirin. Di vê bombebaranê de jiyana gel hatiye bombe kirin. Li Bakur u Rojhilatê Sûriyeyê gele herêmê jiyanek hevpar ava kirine û bi hev re di nava aramiyê de dijîn. Ev êriş li dijî vê jiyana hevpar û pergala demokratîk e. Êriş bi şiklê xwe dişibin êrişên DAIŞ’ê. Cudahiya êrişên Tirkiyeyê û êrişên DAIŞ’ê ji hev tune ye. Bi van êrişan jiyana gele Rojava armanc kiriye. Bi van êrişan sûcê mirovahiyê tê kirin. Li dijî van êrişên li Rojava hemû cîhan bêdeng e. Tê zanîn ku li Îsraîl û Fîlîstînê jî şerekî dest pê kiriye. Bi van şeran di sedsala Lozanê û sedsala Komarê de dixwazin ji nû ve ve Rojhilata Navîn li gorî xwe xêz bikin û dizayn bikin. Vê dîzaynkirinê ne li gorî berjewendiyên gelan, dixwazin li gorî berjewendiyên dewletên hegomonîk xêz û dizayn bikin. Em dibinin ku di bin vê plan û dîzaynê de gelê Îsraîl û Fîlîstîn tên pelçiqandin û kuştin. Beriya êrişê Wezîr Hakan Fidan digot hemû pergala enerjiyê hedefa me ye. Got em ê êrişî jiyanê bikin. Wekî wî Serokê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî got ‘Em ê li Xezayê ceyran, av û gazê tevî qut bikin.’ Îro hemû cîhan li dijî vê gotinê bertekan nişan dide. Lê gotina Netanyahu û Fîdan mina hev in. Li dijî jiyana mirovahiyê hatiye gotin. Divê gelê cîhanê li dijî Rojava jî bertekên xwe bînin ziman. Yên ku li dijî gotina Fîdan li çepikan dixin, hêz dane Netenyahu. Netenyahu ji Hakan Fîdan hêzê digirin. Feraseta herduyan yek e.”

 ‘We nexweşxane û mizgeft bombardûman kirin’

Saliha Aydenîz bal kişand ser daxuyaniya Serokkomarê AKP’yî Tayyib Erdogan derbarê Flistinê de û wiha got: “Lê îro li Rojava îstasyon û santralên av, ceyran, petrolê bombe dikin. Hemû xizmeta nexweşxane, av, ceyran û petrolê felç dikin. Li Mexmûrê mizgeftê bombe dikin. Cîhan jî li beramberî vê yekê bêdenge. Ka mafê mirovan. Li Dêrikê nexweşxane bombe kir. Li dehan cîhan ambarên genim, depoyê zexîre bombe kirin. Li Eyn Îsa zarok qetil kirin. Ka sincê şer, ka mafên mirovan. Ka hiqûq. Li vir dijminantiya kurdan dikin. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dibêje ‘Deriye aştiya cîhanê di aştiya Rojhilata Navîn re derbas dibe.’ Em jî dibêjin ji bo Rojhilata Navîn pergala aştî û çareseriyê heye. Xwediyê vê pergalê jî Birêz Ocalan e. Lê Birêz Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke geran de ye. Pergala Birêz Ocalan peşkeş dike, pergala ekolojik, demokratîk û pergala parastina azadiya jinê ye. Îro ev pergal li Rojava, li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê di pêşengiya jinê de tê avakirin. Lê bi van êrişan dixwazin vê hêvî û pergalê hilweşînin.  Em dibêjin mifteya  aştî û çareseriya Rojhilata Navîn di Îmraliyê û pergala Birêz Ocalan de veşarti ye. Birêz Ocalan pergala aştî, çareserî û demokrasiye ava dikin. Lê bi van êrişan dixwazin van hêvî û vê pergalê têk bibe. Bi destê hikûmeta AKP-MHP’ê dixwazin azadiya gelan û azadiya kurdan tune bikin.  Ji bo gelê Fîlîstîn çalakiyan li dar dixin. Lê li aliyê din li Rojava bi rojan bombe tê barandin. Lê ji bo van êrişan bêdeng e. Ev dirûtî ye.”

 Bang li navnetewî hate kirin

Salîha Aydenîz destnîşan kir ku divê hemû kes li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bike û wiha got: “Ger hun bi xwazin li Rojhilata Navîn demokrasi pêş bikeve, divê her kes dengê xwe bilind bikin. Ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn divê pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Fîlîstîn bê çareserkirin. Çareserî ne Netew Dewlet e. Çereserî Neteweya Demokratîk e. Ev jî bi pergala Konfederalîzma Demokratîk pêkan e. Em mafê hemû gelê Kurd diparêzin. Divê hemû sazî û rêxistinên kurdan jî destkeftiyên kurdan biparêzin û li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin. Divê bi ruhê yekîtiyê mafê kurdan biparêzin. Divê Neteweyên Yekbûyî jî li dijî binpêkirina mafên mirovan erka xwe pêk bînin. Divê tene raporan nenivîsin. Divê li dijî van êrişan mudaxaleyekê bikin. Divê Neteweyên Yekbûyî rol û rista xwe pêk bînin.”

‘Em xwedî li Kobanê derketin, emê bi wê rihê xwedî li Rojava derkevin’

Salîha Aydenîz, îşaret bi 3 rojên şînê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriye kir û got: “Divê DYA, Rûsya û Fransa qada hewayî ji êrişan û balafiran re bigire. Îro Rojava di aliye bazirganî, aborî û siyasî di bin ambargoyê de ye. Em bang li rayedar û erkdaran dikin ku van ambargoyan bi dawî bikin. Ev êriş di heman demê de li dijî pêşengiya jinan e. Îro li Rojava sûcê mirovahiyê pêk tê. Em ê li dijî van êrişan tu carî bêdeng neminin. Çawa bi heman rih û seknê em li Kobanê xwedî derkevin. Em ê dîsa bi heman rih û seknê li hemû Rojava xwedî derkevin. Em ê bi rihê Kobanê, bi rihê yekîtiyê di nava çalakiyan de bin.”

Nûnerên partî û rêxistinên din jî axivîn û xwestin êriş bi dawî bibin û her kes li dijî van êrişan bertekên xwe bînin ziman.