‘Felsefeya Jin Jiyan Azadî riya bi dawî anîna tewanên li dijî jinan e’

Çalakvana Geşe Dara ya bal kişand li ser tundî û qetilkirina jinan anî ziman ku di bûyerên qetilkirina jinan de mafên jinan tên binpêkirin û kiryar tên parastin û got “Felsefeya Jin Jiyan Azadî riya bi dawî anîna tewanên li dijî jinan e.”

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Kuştina jinan her ku diçe zêde dibe û tenê di meha Îlonê de li Başûrê Kurdistanê 5 jin hatin kuştin yan jî neçarî xwekuştinê man. Her wiha du bûyerên gefa li jinan hatin tomarkirin. Li gorî daneyên ajansa me, bi dehan jinên din di bin gef û metirsiya kuştina di bin navê ‘namûsê’ de ne û wisa dimînin. Li aliyê din kujerên jinan nayên cezakirin û ji aliyê desthilatdariyê ve tên parastin. Hinek ji wan jinan bi çekê tên kuştin. 

Çalakvana sivîl Geşe Dara der barê kuştina jinan û zêdebûna bûyerên kuştina jinan de wiha got: “Kuştina jinan di civaka Kurd de bûye çand. Divê kar li ser fikrên civakê bê kirin. Divê civak li hemberî rol û bandora jinan di nava civak û malbatê de were hişyarkirin. Yek ji sedemên sereke ya tundî û kuştina jinan tunebûna hişyariyê û nezanîna girîngiya jinan di nava civakê de ye.”

Mafên jinan tên binpêkirin, kiryar nayên cezakirin

Geşe Dara da zanîn ku sedemek din a zêdebûna kuştinê ji ber bicihneanîna zagonan di tewana kuştina jinan de ye lewre dozên wiha bi lihevhatina eşîrî çareser dikin. Geşe Dara ya got “Li vê derê dubare mafên jinan tên binpêkirin û kujer nayên cezakirin, ji aliyê dethilatdariyê ve tên parastin” wiha domand: “Dema ku zagon û ceza tên pêkanîn, gelek caran destilatdarî li pişt wan e, an nayên cezakirin, an jî dema ku ceza tê dayîn cezayek kêm e. Medya û dezgehên ragihandinê li gorî wê zanebûnê kar nakin, hewl nadin civakê hişyar bikin.”

‘Jin Jiyan Azadî riya bidawîanîna tewanên li dijî jinan e’

Geşe Dara di dawiya axaftina xwe de behsa riya bi dawîanîna tawanên li dijî jinan kir û got: “Hebûna  azadiyê ji bo kes xala herî girîng e. Nîha tevahî jinên cîhanê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji bo bidestxistina azadiyê têdkoşin. Ji ber ku ev felsefe dikare bandoreke zêdetir bike, bi taybetî di aliyê derûnî de. Jinan li ser bingeha hêz û bidestxistina azadiyê perwerde bike. Ev felsefe heta niha bandorê li ser têkoşîna jinan kiriye û ji wan re bûye piştgirî.” Geşe Dara a got “Ne tenê jin divê hemû civak kar ji bo vê felsefeyê bikin” wiha dawî li axaftina xwe anî “Ji ber ku hebûna azadî û têgihîştina bingeha sedeman ji bo dahênan û dûrketina ji tawan û xirabiyê ye. Divê zêdetir girîngî bidin felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û li ser wê esasê xebat werin kirin.”