Pêkhateyên Şengalê beşdarî pêngava azadiyê bûn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê bi daxuyaniyek tevlî pêngava ‘ji Rêber Apo re Azadî ji pirsgireka Kurd re çareserî’ bûn.

Şengal – Pêkhateyên Şengalê ku bi taybet ji civaka Êzidî û Ereb pêk tê, li gel tevgera jin, ciwan, PADÊ û hemû sazî û dezgehan bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyeke hevpar bi dirûşmeya, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ beşdarî pênagava  ‘Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ku ji aliyê partiyên siyasî û sendîkayên ji 74 welatên cîhanê di 10′ê Cotmehê de ragihand bûn.

Daxuyanî li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ya Serdeşta Şengalê bi girseyekê mezin hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Xweseriya Şengalê Cîhan Celo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên Ewropayê û welatên cîhanê, bi pêşengiya nivîskar, hunermend, kesayetên navdar, siyasetmedar û sazîyên azadîxwaz de ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd pêngaveke nû ya azadiyê hate destpêkirin. Ev pêngav ji aliyê hemû aliyên azadîxwaz ve bi dilgermî hate pêşwazîkirin û pêl bi pêl li hemû cîhanê belav dibe. Beriya her tiştî em jî vê pêngava dîrokî bi coş û dilgermî silav dikin.

Rêber Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployek navnetewî ji Sûriyê hate derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin. Rêber Ocalan dema teslîmî dewleta tirk hate kirin, ew li Girava Îmraliyê di girtîgeheke yek kesî de hate hepskirin û ev 25 sal e di nava tecrîdeke giran de ji bo azadiya hemû gel û baweriyan li ber xwe dide. Komploya li dijî Rêber Ocalan û hepskirina wî ne tenê li ser şexsê wî bû. Di şexsê Rêber Ocalan de hêzên desthilatdar xwestin îrade û fikrê azad a hemû gelên bindest, jin û ciwanên azadîxwaz, çand û baweriyên qedîm heps bikin û di bin tecrîd û êşkenceyeke giran de hebûna wan tune bikin. Rêber Ocalan xwe wekî ‘Şervanê Heqîqetê’ bi nav kir û tarîx ji me re gelek caran îsbat kiriye ku ti tişt ji heqîqet û edaletê xurtir nîne. Rêber Ocalan jî bi hêza xwe ya heqîqetê, têkoşîna xwe ya azadiyê heya roja me ya îro gîhand ku ew îro êdî wekî ‘Rêberê Gelan’ tê qebûlkirin.

‘Şerê heqiyê ya li hemberî neheqiyê biser ket’

Ev berxwedana heqîqet û azadiyê di nav 25 salan de sînorên Kurdistanê û Rojhilata Navîn derbas kir. Girava Îmraliyê ku ji bo Rêber Ocalan wekî ‘Girava Mirinê’, hatibû amadekirin, di encama şerê heqîqetê ya 25 salan de, veguherî  ‘girava Azadiyê’. Rêber Ocalan di nav van 25 salan de rêya azadî û demokrasiyê zelal kir, îrade û îdiaya jiyana azad xurt kir, şerê heqiyê ya li hemberî neheqiyê biserxist. Hêza xwe parastin û xwerêvebirinê ji bo gelan afirand û wekî nûdama xweseriyê binavkir, li dijî siyaseta qirker, şerê qewm, ol û mezheban fikrê pêkvejiyana gelan pêşxist. Di nav şerên qewmî, olî û mezhebî de, Rêber Ocalan çanda pêkvejiyana gel û baweriyan ava kir.

‘Dilê Rêber Ocalan bi dilê civaka Êzidî re lêdiket’

Rêber Ocalan ji bo parastina çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn kedeke mezin da, ji bo hebûna wan were parastin, herdem rêya xwerêxistinkirin û xweparastinê nîşanî wan da. Rêber Ocalan civaka Êzidî wekî çanda kok a Kurdistanê û yek ji çandên herî qedim a Rojhilata Navîn nirxand. Hem beriya fermanê hem jî piştî fermanê ji bo parastina Êzidiyan bangawazî kirin, ji bo rê li ber fermanên nû were girtin hişyarî kirin. Rêber Ocalan ruxmê ku di hepsa Îmraliyê de, di bin zext û gefên giran de bi tena sere xwe bû jî, her dem çav û guhê wî li civaka Êzidî bû, dile wî bi dilê civaka Êzidî re lêdiket. Rêber Ocalan didît ku fermaneke nû bi ser Êzidiyan de tê. Ji ber vê, hê ji beriya fermanê ji bo parastina Civaka Êzidî û Ezdatiyê, ji bo parastina Êzîdxanê bang li tevgera azadiyê û civaka Êzidî kir.

Ew fermana giran ku Rêber Ocalan hişyariya wê dikir, di 3.8.2014’an de wekî tofanekî bi ser civaka Êzidî de hat, ev jî li pêş çavê hemû dinyayê çêbû. Bi hezaran pêşmergeyên PDK’ê bi talimata Mala Barzanî ji Şengalê reviyan, artêşa Iraqê jî xwe li ber DAIŞ’ê negirt. Di fermanê de herkes pişta xwe dabû Şengalê û jê direviyan, lê şagirtên Rêber Ocalan berê xwe dabûn Şengalê û ber bi çiyayê pîroz ve dimeşiyan. Civaka Êzidî di nav talan, kuştin, xiyanet û bêbextiya ku lê hatî kirin de xwe gihand wê qeneetê ku eger pişta xwe bi hêza xwe ya cewherî germ neke, hêzên xwe yên parastinê ava neke û xwe birêvenebe, nikare hebûna xwe biparêze. Wekî ku beriyan gotiye ‘Çavê li deriya xwelî li seriya.’ Li ser vê esasê, civaka Êzidî bi avakirina nîdama Rêveberiya Xweser bersiva fermanê da.

‘Gavên çareseriyê dikarin werin avêtin’

Dewleta Iraqê ne dewletekî navendî lê dewleteke federal e. Destûra bingehîn a Iraqê wê mafê dide ku civaka Êzidî û civakên din ên Iraqê, li gor rastiya xwe herêmên xweser ava bikin û ji aliyê hikumeta navendî ve jî werin destekkirin. Derfetên yasayî û siyasî hene ku Iraq van pirsgirêkan çareser bike, ji ber xwedî destûreke demokratîk e. Ger hikumeta Iraqê û saziyên dewletê îradeya Şengalê esas bigirin mimkûn e ku derbarê rewşa îdarî ya Şengalê de gavên çareseriyê werin avêtin. Lê dewleta tirk a dagirker û PDK bi siyaseta xwe rê li ber Iraqê ya çareseriyê digirin û dixwazin Iraqê jî li dijî Şengalê sor bikin. Divê hikumeta Iraqê nekeve xefika dewleta tirk û PDK’ê, îradeya Şengalê nas bike û helwesta çareserkirina pirsgirêkên îdarî yên Şengalê nîşan bide. 

‘Peymana 9’ê cotmehê li dijî fikrê Rêber APO ye’

Wekî civaka Êzidî me xwe li ser fikrê Rêber Ocalan perwerde kir, me xwe naskir, me xwe birêxistinkir û em bûn hêzek. Me jiyana azad nas kir û em ji bo jiyana azad li ber xwe didin. Ji ber vê rastiyê em dibêjin Azadiya Rêber Ocalan azadiya Şengalê ye. PDK û dewleta tirk, hêzên herêmî û navteweyî bi Peymana 9’ê Cotmehê re xwestin civaka Êzidî ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan dûr bixin. Ji ber vê ye ku Peymana 9’ê Cotmehê di esas de peymanek li dijî fikir, felsefe û sîstema Rêber Abdullah Ocalan e. Peymanek li dijî hebûna civaka Êzidî û Ezdatiyê ye. Her wiha Peymana 9’ê Cotmehê ne tenê li ser Şengalê, li ser Îraqê giştî jî xeteriyeke mezin e. Eger îro li Iraqê krîza siyasî, civakî û aborî evçend kûr bûye, yek ji sedeman jî Peymana 9’ê Cotmehê ye. Ji ber vê lazim e hikumeta Iraqê jî êdî dest ji vê peymana bêbext berde.

‘Em dest bi pêngavê dikin’

Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û her wiha ji bo Şengala xweser û azad, wekî civaka Êzidî û Ereb,  em jî dest bi pêngaveke nû dikin. Em dibêjin êdî wext hatiye ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe. Em di wê baweriyê de ne ku tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîda li ser hemû gelên bindest, çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn e. Li hemû cîhanê kesê ku herî zêde wate dide çand û baweriyên qedîm û ji bo wan şerê heqîqetê dimeşîne Rêber Abdullah Ocalan e. Em berê xwe bidin cîhanê û Rojhilata Navîn, hêzên desthilatdar cardin dixwazin siyaseta şer kûr bikin, di navbera gelan de, di navbera ol û baweriyên cûda de şer û pevçûnê pêş bixin. Ev siyaseta şer ji bo hemû gelên herêmê, bi taybet jî ji bo civaka Êzidî tê wateya qirkirin û fermanên nû. Yê ku dikare rê li ber siyaseta şer bigire, rêya azadiyê ji gelan re veke Rêber Abdullah Ocalan e. Azadiya Rêber Ocalan wê li Kurdistanê, Êzîdxanê û Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Hêzên desthilatdar ji ber vê ya tecrîdê kûr dikin, naxwazin dengê Rêber Ocalan bigihe gelan. Ji ber vê rastiyê, azadiya Rêber Ocalan beriya her tiştî azadiya gelên bindest, çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata navîn e.

Em bawer dikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan jî, Şengala xweser û azad jî ji her demê nêzîktir bûye. Lê siyaseta şer û qirkirinê jî li ser serê me û gelên bindest berdewam dike. Ji ber vê, em dibêjin ku tenê rêyek li ber me heye ew jî berxwedan û têkoşîn e. Li ser vî esasî em jî wekî îradeya hemû pêkhateyên Şengalê; Reweberîya Xweser û sazîyên wê, Meclisa Gel, TAJE, Yekiyetiya Ciwanan, Oldar, Desteya Eşayîrî, Asayîşa Êzidxanê, Meclisa Ereban, PADÊ, Bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ tevli pêgava ‘ji Rêber Apo re Azadî ji pirsgireka Kurd re çareserî’ dibin.”