Nobeta Edaletê di roja 721’an de didome

Malbata Şenyar a ev 721 roje Nobeta Edaletê didomîne pirskirin ku Gelo dê yek ji sozên namzetê serokkomariyê yê îktîdarê bibe edalet an na.”

Riha-  Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 721’emîn de berdewam dike.

Malbata Şenyaşar, îro di danê sibehê de ji Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar Edalet” daliqand. Ferît Şenyaşar diyarkir ku par di meha remezanê de rojiya xwe li ber deriyê edliyeyê vekirine, ger edalet pêk neyê, em ê îsal jî fitareya xwe li ber deriyê edliyeyê vekin.

Ferît Şenyaşar işaret bi hilbijartinan kir û destnîşan kir ku desthilata ku heye cardin dixwaze welat rêvebibe û wiha got: “Gelo dê yek ji sozên namzetê serokkomariyê yê îktîdarê bibe edalet an na? Dê bikarin bibêjin em ê wekî hev nêzî her kes bibim û biedalet tevbigerin? Îktîdar beriya ku qala edaletê bike, bila ji ewil li pêşiya Edliyeya Rihayê binêre û piştre vê gotinê bike.”

 ‘Êşa me weke roja destpêkê ye’

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Li cihê ku edalet lê neyî, ji bo mirovatiyê daxwaza edaletê dike, erkê herî zehmet û giring e. Êşa me weke roja yekeme. Li ber deriye sarayê Nobeta me di roja 721’an deye… yên ku li nexweşxaneyê komkujî pêkanî miletwekiliyên di rêza @Akparti deye.”