Dayikên Aştiyê û siyasetmedarên hatibûn binçavkirin hatin berdan

Di serdegirtina polîsan a li ser malên wan de 15 kesên ku di nav de Dayikên Aştiyê jî hebûn, piştî îfadeya wan hatin girtin, hatin berdan.

Îzmîr – Li Îzmîrê di saetên sibehê de di serdegirtina malan de 15 kesên ku di nav de Dayikên Aştiyê û siyasetmedar jî hebûn, hatin binçavkirin. Piştî kontrola tenduristiyê 15 kesên ku birin Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya Çankayayê piştî îfadeyên wan hatin berdan.

Hate hînbûn ku sedema binçavkirinê sloganên di çalakiya Newrozê ya ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Konakê ya di 12'ê Adarê de li navçeya Çimentepe hat lidarxistin, hatin berzkirin e. Navê kesên hatin binçavkirin û piştre hatin berdan wiha ne:

“Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmîrê Mahsûn Koç, endamê Meclîsa HDP'ê Mehmet Sabrî Gul, rêvebera HDP'ê Hediye Korkut, Edîbe Sîncar, Gulîzar Dag, Nufusa Ataç, Famîle Ari, Elfedîn Kol û Dayikên Aştiyê Sûltan Yagmekan, Hanîfe Gumuş, Ayten Gulmez, Zeynep Çelîk, Fatma Surme.”