Meral Daniş Beştaş: Dê jin jiyanek nû ava bikin

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş der barê geşedanên di rojevê de li Meclîsê daxuyaniya çapemeniyê da û got; “Dê jiyana nû jin ava bikin.”

Enqere – Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û rojevên heyî nirxand.

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku tifaqa AKP-MHP di van rojên dawî de ku ji hilbijartinê re kêm maye hewil didin guherînên nû çêbikin û da zanîn ku ev guhertinên nû ji bo pêdiviyan nabe çare, her wila bal kişand ku qadên rantê yên nû tê avakirin. Beştaş destnîşan kir ku mijara li pêş ya Tirkiye erdhej e û wiha got: “Diviyabû desthilatê piştî vê erdhejê ku veguherand karesatê qala serastkirinên nû bikira. Diviyabû derheqê tevdîr, rêbaz û nêrînan bikira. Diviyabû ji ewil dîsa rayeyên odeyên endezyar û avahîsazan lê vegeranda.”

‘AKP daxwaznameyê ji hilweşîna aboriyê re derdixe’

Meral Daniş Beştaş da zanîn ku li Karataş a Edeneyê herêma pîşesaziya organîze hate avakirin û anî ziman ku ev yek tê wateya talan û mêtingeriyeke bêdawî ya li ser xwezayê. Meral Daniş Beştaş wiha got: “AKP, bi çavê rantê li pirsgirêka hawirdorê dinêre. Ev guherîn di hema demê de daxwaznameyê ji hilweşandina ekolojik re derdixe. Erdhej herî zêde li peravan daye. Me bi xwe dit li qadên hatî tejî kirin ew avahiyên ku hatî inşakirin hilweşiyane. Niha cardin peravan tejî dikin û qadên nû yên ji bo erdhejê ava dikin. Ev yek dide diyarkirin ku ji vê erdhejê çiqas ders girtine. Wê piştî sê mehan iptal bikin û zagonên ku wê ji meryetê werin derxistin çêdikin. Wê piştî 14’ê Gulanê evane hemû ji holê rabin. Ne qerax berîkên xwe tejî dikin, cihên nu yên ku werin hilweşîn çêdikin. Gel jî vê dibîne.”

‘Tirkiye di katagoriya welatên ne azad de ye’

Meral Daniş Beştaş bal kişand li ser rapora demokrasiyê ya Freedom House’ê a der barê rewşa Tirkiye de ev nirxandin kir: “Azadiyên li 195 welat û 15 herêman hatine nirxandin. Rewşa Tirkiyeyê ya heyî niha yek bi yek hatiye vegotin. Mixabin mîna salên berê, Tirkiye dîsa di kategoriya welatên neazad de hatiye nirxandin. Hemû dinya vê rastiyê dibîne. Di nirxandina vê der barê de wiha tê gotin; ‘Recep Tayyîp Erdogan û AKP kontrolên demokratîk û hevsengiyan ji bo tesfiyekirina hevrikên xwe yên siyasî bi kar tînin.’ Jixwe ji sala 2015’an heta niha em van tiştan dibêjin. Mekanîzmayên hevsengî û venêrînê ji holê rakirin. Hevirkên xwe yên siyasî bi destê daraz û saziyan tesfiye dikin. Mînaka vê ya herî şênber jî HDP ye. Freedom House ev yek bi eşkerekî tespît kiriye. Tirkiye di lîsteya welatên herî zêde paşdikeve de ye. Tirkiye di endeksa azadiyan de bi Tanzanyayê re ketiye pêşbirkê. Em ê piştî 14’ê Gulanê hewl bidin Tirkiyeyê bikin welatê azadiyan.”

‘Dê jin jiyana nû ava bikin’

Meral Daniş Beştaş bal kişand li ser roja jinan ya di 8’ê Adarê de îşaret bi Meclisa Jinan a HDP’ê 8’ê Adar li herêmên erdhejê derbas kiriye kir û wiha dom kir: “Yên ku di erdhejê de herî zêde mafên wan hatine binpêkirin jinin û me hewl da dengê wan bêhtir biqîrin. Di 8’ê Adarê de li Nûrheq û Islehiyeyê bûm. Êşên herî giran jin dijîn. Nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn peyda bikin. Barê malbatê li pişta wan hatiye kirin û di şertên zehmet de dimînin. Em jin dê ji bin kavilên erdhejê jiyaneke nû ava bikin.”

‘Tifaqa Cumhur ketiye nava tirsê’

Meral Daniş Beştaş piştî axaftinan pirsa endamên çapemeniyê ya  “Hûn şirîkatiya HUDA-PAR û Tifaqa Cumhur çawa dinirxînin” jî wiha bersiv da û got: “Em niha ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê dixebitin. Xwe ji bo hilbijartinê amade dikin. Di nava Tifaqa Cumhur de tirs û xofeke mezin dest pê kiriye. Bikarin biçin ku derê xwe paşve nadin û diçin.”