Li Meletî ji bo tabeleya 'Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan' astengî!

Tabelaya 'Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan' ku li Meletiyê ji bo zarokên mexdûrê erdhejê hate avakirin, ji aliyê polîsên tirk ve bi hêceta ‘Siyasi ye’ hate desteserkirin.

Meletî- Polîsan dest danî ser tabelaya Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan ku ji bo zarokên mexdûrên erdhejê li rex konên Koordînasyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li navçeya navendî ya Çermiktî ya Meletiyê hatibû vedan. Polîsên ku dest danîn ser tabeleya parkê ya ji aliyê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ve hatibû ava kirin, îdiakirin ku navê parkê ku li ser tebaleyê texte bi navê ‘Parka listokê ya Berkîn Elvan’ e gotin “siyasî” ye.

 Berkîn Elvan Kiye?

Berkîn Elvan (15) di 5’ê Çileya sala 1999’an li Stenbolê ji dayîk bûye, di 16’ê Hezîran 2013’an de di protestoyên parka Geziyê de dema ku diçû wê nan bigre ji aliyê Polîsan ve  kapsula gazê ku bi serî wî ketî birîndar bibû. Berkîn Elvan ku 269 rojan di komayê de mabû û bibû 16 kîlo, di 11’ê Adara 2014’an de li nexweşxaneya Okmeydanî ya perwerde û lêkolînê jiyana xwe ji dest da. Piştî ku jiyana xwe ji dest da li cemeviyek ya Okmeydaa Şişlî merasîma cenaza bi bejdarbûna hezaran kesan hate li darxistin. Cenase piştî meşek 5 saetî li goristana Ferîtkoy hate veşartin. Malbata  Berkîn Elvan diyarkirin ku zarokên wan bejdarî xwepêşandanê nebû ye, bûyer dema ku çûye nan bigre pêkhatiye.

Polîsê berpirs Fatîh Dalgalî cezayê 16 sal û 8 meh yê girtîgehê lê hat birîn. Fatîh Dalgalî bi sûcê ku bi zanabûn kuştiye û sûc kiriye tê darazandin. Cezayê derketina ji derveyî welat li Fatîh Dalgalî hatiye birin, ji ber biryara girtinê nehatiye dayîn, ger cezayî wi ji aliyê dadgeha bilind ve were erê kirin wê bikeve girtîgehê.