Ji jinên Bokanî piştgiriya serhildanê

Jinên Bokanê li dijî polîtakayên zextên yên Îranê helwesta xwe nîşan dan û di kolanan de bê hicab digerin û piştgiriyê didin serhildanên ku ev 6 meh in dom dike.

Bokan – Jinên ji bajarê Bokanê ya girêdayî Rojavayê eyaleta Azarbeycan ya Îranê piştgirî didin serhildanên gel yên ji 16’ê Îlonê ve destpêkirin û bê navber didomin. Jinên ku ev 6 meh in kolanan neterikandin, di jiyana xwe ya rojane de hicabê derdixin û piştgiriyê didin serhildanê.

Jin li kolanên Bokanê bê hîcab digerin

Jinên Bokanê li kolanan bê hîcab digerin, ji ber ewlehiyê navê xwe negotin û ji ajansa mere axivîn. Yek ji jinên ku bê hîcab li kolanan digere, li hemberî pirsa ku ‘gelo hun ji hikumeta Îranê ditirsin’ ev bersîv da: “Tu caran baweriya min bi hîcabê nehatiye. Hertim ji ber hetiye ferzkirin, em neçar man pêk bînin, lê belê em êdî naxwazin di çembera derewan de jiyan bikin.”

Jinek din diyar kir ku hicab bi xwesteka xwe xistiye serê xwe û wiha got: “Ez mafê ku jin bi xwe hicabê bi hilbijêre yan ne diparêzim. Min çawa bawerkiriye ku bi hicabê azad im, mafê wê jî yê hilbijartina cilan heye.”