Darên zeytûnên Zekiye Mîrzo ya ji Efrînê birîn

Dewleta Tirk û çeteyên wê 50 darên din ên zeytûnan li navçeya Şêrawa ya Efrînê ku êrîş lê didomin birîn.

Navenda Nûçeyan – Hikûmetên serdest ên mêr li ser axa ku dagir kirine, her tiştê mirovahî û xwezayê wêran dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Hawarê, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin, çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a kantona Efrînê 50 darên zeytûnên welatiyê bi navê Zekiye Mîrzo li gundê Basûfanê ya girêdayî navçeya Şêrawa birîn.

Li aliyê din çeteyên Tirkmen ên bi navê El Hemze 80 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Mihemed Teter li axa di navbera gundê Tilif û navenda navçeya Cindirêsê ya Efrînê de birîn.