Nivîskar Maysa Bay beşdarî çaremîn mîhrîcana wêje û sînemaya jinan bû
Nivîskar Maysa Bay nivîsên xwe ji rastiya ku tê de dijî digire, di beşdarbûna xwe ya çaremîn Mîhrîcana Wêje û Sînemaya Jinan de wiha got: "Jiyan, evîn, mirin, tengasî û xemgîniya jinan gelek mijarên min eleqedar dikin û ez wan bi rojane dijîm. Ez nikarim dev ji nivîsandina li ser jinan berdim."
NECWA RAHIM
Cezayîr- Nivîskara Cezayîrî Maysa Bay di roja sêyemîn a Mîhrîcana Wêje û Sînemaya Jinan a çapa çaremîn de li Wilayeta Saîdeyê beşdar bû ku çalakiyên wê roja şemiyê 11’ê Kanûnê, li Mala Rewşenbîrî û salona "Sînema Dunizad" ku kevntirîn salona sînemayê li bajêr e, dest pê kir û piştî nebûna salekê ji ber belavbûna vîrusa koronayê dê li Cezayîrê bi dirûşma "Nêrîna Din" bi amadebûna nivîskar, derhêner, lîstikvan û nivîskaran fîlm bên nîşandan.
“Jiyana min evîn, mirin, tengasî û xemgînî ye loma ez nikarim dev ji nivîsê berdim”
Nivîskara ku navê wê yê rast Samia Ben Amer, yek ji navdartirîn romanûsên Cezayîrî yên herî navdar e, gelek mijar, îdeal û çîrokan li pişt pirtûkên xwe bi temaşevanan re parve kir û got: "Jiyana jinan, evîn, mirin, tengasî û xemgînî, gelek mijarên ku min eleqedar dikin û rojane dijîn û ez nikarim dev ji nivîsandina li ser jinan berdim.”
Nivîskara pirtûkên "Destpêkê derya bû" û "Li çiyayan li xwe guhdarî bike" Maysa Bay ku di navbera kurteçîrok û romanekê de duwanzdeh berhem weşandine û navê wê yek ji navê ku herî zêde di nav derdorên wêjeyî yên Mexrib û Fransayê de tê naskirin e wiha got: "Bi rastî ez ne tenê nivîskarek femînîst im, femînîzma ku min ji bo gelek xwendekarên min pênase dike, pabendbûna min ji belavkirina dîroka Cezayîrê û lehengên wê yên nenas di jiyana rojane de zêde dike.”
"Ez ê tenê li Cezayîrê bijîm"
Der barê mijar û şêwaza nivîsandina xwe de jî got: "Ez nivîsên xwe ji rastiyeke ku bi salan e pê re jiyam, digrim. Ez nivîsandina çîrokên kolonyalîzm, îşkence û komkujiyên şer hildibijêrim. Ev jî ji ber girêdana min bi Cezayîrê re ye. Wekî welatekî ku min tê de gelek bîranîn û trajediyên bi êş û dilşad jiyane, ji ber vê yekê ez ê tenê li Cezayîrê bijîm.”
Der barê nivîsandina xwe ya bi zimanê Fransî de jî got: "Fransî zimanê ku ez li dibistanê fêr dibûm e lê axaftina bi Erebî, heta li qada lîstikê jî qedexe bû.” Wê bal kişand ser feydeyên fêrbûna zimanên nû ji bo vebûna li cîhanê û ciwan û pîran li ser xwendinê teşwîq kir çi Cezayîrî bin an jî na. Fêrbûna zimanê kesên din ji şaristaniya gel û welatan re vebûnek e.”
"Di çalakiyên festîvalê de gelek kesên navdar ên Cezayîrê hatin ba hev"
omana wê ya dawî bi nave"Ne dengekî din", çîroka jinekê vedibêje ku piştî salên teslîmbûn, êş û bêdengiyê, mêrê xwe dikuje da ku zexta civak û malbatê ya li ser milên jinan raxe ber çavan ku di hin rewşan de dibe sedema tiştên nayên telafîkirin.
Di çalakiyên festîvalê de gelek navên Cezayîrî yên mezin û ciwan hatin cem hev, wekî her du derhêner Yamina û Yasmine Chouikh, Fatima Zahra Zamoum bi pêşkêşkirina fîlmê Parkour, lîstikvan Soha Oulha bi beşdariya xwe di fîlmê Saliha de û Ghania Ben Setiti ku bi navê Mama Najwa tê naskirin û nivîskar Zeyneb Sekal û Melody Shaima.
Di roja yekem a festîvala wêje û sînemaya jinan a di 16’ê Kanûnê de, çalakiyên çapa çarem bi dawî dike, derhênera Cezayîrî Yamina Chouikh û Ghania Ben Setiti ku bi navê "Mama Najwa" tê naskirin, hatin xelatkirin.
Di dewreyê de hejmarek ji fîlmên dirêj hatin pêşandan, di nav wan de "Rêç" a Fatima Zahra Zamoum, "Timgad" ya Fabrice Ben Chaouch, "Janan Yama" ya Lîna Razouki, û "Cezayîra wan" ya Lîna Sawalem, zêdebarî komek ji belgefîlmên çîrokî û kurt.