Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan li Dêrezorê civîna xwe li dar xist

Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan û Xizmetguzariya Giştî ya kantona Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist.

Dêrezor – Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan û Xizmetguzariya Giştî ya kantona Dêrazorê bi beşdariya endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Desteya Şaredariyan û Xizmeguzariyê ya Dêrazorê, Yekitiya Jinên Ciwan, Komîteya Jinan a Dêrazorê û saziyên sivîl a kantonê, civîna xwe ya salne li dar xist. 

Destpêka civînê, hevseroka Desteya Xizmetguzariyê Hîba El Zari axivî û behsa rewşa siyasî ya jinan û geşedanên dawîn li Dêrazorê kir, paşê behsa rewşa rêxistinê ya nivîsgehê û astengî û zehmetiyên li pêşiya endamên nivîsgehê derketine kir. Hîba El Zari îşaret pê kir ku nîvisgehê 2 proje ji bo peydakirina ava vexwarinê ji malbatên xizan re pêk aniye û şitilgehek vekiriye.

Piştî wê, sînevizyonek têkildarî kar û xebatên 2023`yan hate pêşandan. Di civînê de, beşdaran nêrînên xwe girêdayî astengî û zehmetiyên li pêşiya wan derdikevin, parve kirin. Di nîqaşan de ji bo xurtkirina jinan di aliyê siyasî û rêveberî de, çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya endaman derdikevin, lidarxistina civîna mehane ya şaredariyan, vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo her şaredareyekê nêrîn hatin dayîn.