‘Dengê we gava ber bi azadiya we û xweseriya Şengalê ye’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Rîham Hico ya got “Dengê we gava ber bi azadiya we û xweseriya Şengalê ye” û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên parêzgehan, banga xwedî derketina li vîna xwe li civaka Êzîdî kir.

HÊVÎ EZDA

Şîngal  Îro ji serê sibehê de hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê destpê kir. Xelkê Şengalê ji serê sibehê ve ji bo hilbijartina nûnerên xwe yên li encûmena parêzgeha Nînowayê diçin ser sindoqan. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Rîham Hico derbarê girîngiya hilbijartinan de ji ajansa me re axivî.

Riham Hico ya bal kişand girîngiya hilbijartinê wiha got: “Miletê me jî bi coşekê mezin berê xwe dane ser sindoqan ji bo encumenê xwe hilbijêrin. Bi sala ye kesê kû di hilbijartinan de bi serdikeve nabe bersiv ji civaka Êzidî re, ev jî cihê tengasiyê ye di nava civakê de, ji ber heta niha kes nebûye bersiv ji bo civaka Êzîdî.”

‘Roja berxwedan û têkoşînê ye’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Rîham di dewama axaftinê xwe de diyar kir kû êdî xelkêÊzîdî ne ew miletê beriya fermanê ye, dikare di roja îro de qedera xwe bi xwe diyar bike û wiha pêde çû: “Heta niha miletê me jî ne dizanîbû denge xwe rast bikar bîne. Hîn zêdetir denge xwe didan partiyên siyasî û kesên kû tene ji bo malbatên xwe re kar dikirin. Lê niha êdî ne miletê beriya fermanê ye û dizane denge xwe çawa bi kar bîne. Îro roja berxwedan û têkoşînê ye, çawa me li ber DAIŞ’ê şer kir û li ber xwe da îro jî emê di saha siyasî de li ber xwe bidin û serkeftinê misoger bikin. Pêwîste em kesên ne xêrxwezê civaka Êzîdî di van hilbijartinan de bin bixînin. Em di hêvî û baweriyê de ne hemû civaka me berê xwe bide cihên dengdanê û dengê xwe rast bikar bînin.”

‘Pêwîst e em mafê xwe biparêzin’

Rîham Hico di dawiya gotinên xwe de ev bang kir: “Encûmenê me Qasim Keşko ye numara lîsteya wî jî 134 û ya wî bi xwe jî 34 e. Em bang li miletê xwe û civaka xwe dikin dengê we îrada we ye, dengê we nasnama we ye, dengê we gavek ber bi azadiya we û xweseriya Şengalê ye. Eger em bixwezin mafê xwe biparêzin divê em dengê xwe rast bikar bînin. Bê dengiya me tê wateya bê çaretiya me. Em çiqas dengê xwe rast bikar bînin emê ewqasî serkeftinan bi dest bixin.”