Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de nêzî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Îsraîlê, di êrîşên ku ji 7’ê Cotmehê ve li ser Xezeyê didomîne de, 52 hezar û 500 avahiyan hilweşand. Hejmara kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane nêzî 20 hezarî bû; tê texmînkirin ku di bin xirbeyan de bi sedan cenaze hene.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji hewa û bejahî berdewam dikin. Bombebarana ku  ji 7’ê Cotmehê vir ve didomin wek wehşet tê pênasekirin.

Ofîsa medyayê ya li Xezayê daxuyaniyek nivîskî da û der barê hilweşandinên ku bi êrîşên Îsraîlê pêk hatine de agahiyan parve kir. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li dijî gelê Filîstinê li Şerîda Xezayê qirkirinek tê kirin û hat diyarkirin ku Îsraîl her derê Şerîda Xezayê bombebaran dike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê de 53 hezar ton bombe hatine bikaranîn, di bombebaranan de li tevahiya Zîvala Xezayê 52 hezar û 500 avahî bi temamî hilweşiyane. Her wiha hat parvekirin ku di êrîşên Îsraîlê de li Zîvala Xezayê bi tevahî 306 hezar û 500 avahiyan qismî xisar dîtin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama bombebaranan de li Zîvala Xezayê 126 avahiyên giştî û 112 mizgeftên dewletê bi temamî hilweşiyane û 200 mizgeft jî qismî hilweşiyane. Her wiha di êrîşan de 3 dêran jî zîrar dîtine, 90 dibistan û zanîngeh bi temamî ji xizmetê derketine û 282 dibistan û zanîngeh jî qismî xisar dîtine.

22 nexweşxane ji xizmetê derketin

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşan de 22 nexweşxane û 53 navendên tenduristiyê bi temamî ji xizmetê derketine û 138 saziyên tenduristiyê jî hatine hedefgirtin. Di heman demê de 102 ambûlans jî di encama bombebarana Îsraîlê de hatin hedefgirtin û ketin rewşeke ku nayên bikaranîn.

300 personelên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên Îsraîlê de 300 personelên tenduristiyê, 32 erkdarên parastina sivîl û 96 rojnameger hatin qetilkirin. Her wiha 40 personelên tenduristiyê û 8 rojnameger jî ji aliyê Îsraîlê ve hatin desteserkirin. Ji aliyê din ve di daxuyaniyê de hat parvekirin ku piraniya wan zarok û jin 7 hezar kes winda ne û ev kes an di bin xirbeyan de mane yan jî çarenûsa wan nayê zanîn.

19 hezar û 453 Filistînî hatin qetilkirin

Di êrîşên ku Îsraîl ji 7’ê Cotmehê û vir ve li ser Zîvala Xezayê pêk tîne de, herî kêm 8 hezar jê zarok û 6 hezar û 200 jê jin bi giştî 19 hezar û 453 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Tê diyarkirin ku di bin xirbeyan de bi hezaran mirî hene. Hat ragihandin ji arteşa Îsraîlê jî 129 ji wan di pêvajoya bejahî de, bi giştî 461 leşker hatine kuştin. Di çarçoveya "Navbera mirovî” ya ku di 24’ê Mijdarê de 4 rojan hatibû dayîn û piştre 3 rojên din hatibû dirêjkirin de, 81 rehîneyên Îsraîlî û 240 Filistînî bi hev re hatibûn berdan.

Li Şerîa Rojava û Qudusê jî Filistînî bûn hedefa êrîşan. Di êrîşan de 301 Filistînî hatin kuştin.

1,9 milyon Filistîniyên ku li Xezayê ji cih û warên xwe bûn, bi awayekî ji stargehbûn, xurek, ava paqij, derman û xizmetên tenduristiyê bêpar têkoşîna jiyanê didin.

Êrîşên li dijî Refahê zêde bûn

Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA’yê, ragihand ku êrîşên Îsraîlê li bajarê Refahê yê başûrê Xezayê tundtir bûn. Hat parvekirin ku di êrîşan de bi dehan kes birîndar bûne, jin û zarok jî di nav de herî kêm 25 Filistînî hatine qetilkirin.

Di bombebaranan de ji malbata Zarab 14, ji malbata Attiya 8 û ji malbata Abdulah jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Artêşa Îsraîlê ji bilî Refahê, Kampa Nuseyrat a Penaberan, herêmên Xan Yûnis û Dêr Belahê jî bombebaran dike.

Rûniştina Xezayê hat taloqkirin

Neteweyên Yekbûyî (NY), ragihand ku rûniştina Xezayê ya ku dihat plankirin li gorî saeta herêmî ya New Yorkê di 17.00'an de bê lidarxistin, hatiye betalkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, welatên endam hê têkildarî pêşnûmeya Xezayê li hev nekirine. Di pêşnûmeya biryarê ku tê plankirin sibê bixin dengdanê de, tê xwestin li Xezayê "dawî li pevçûnan bê anîn” û “alîkariyên mirovî bên zêdekirin.”