Êrîşên Îsrailê ser Xezayê berdewam dike

Êrîşên Îsrailê li Xezayê ji hewa û bejahî ve berdewam dike. Nûçeyên ku ji herêmê tên diyardike ku her dû alî ji li hevkirinê dûr in.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsrailê ji 7’ê Cotmehê heta niha li ser Xezayê ji hewa û bejahî ve berdewam dike.

Di nûçeya ajansa fermî ya Filistinê WEFA de hate diyarkirin ku li Zîvala Xeza rayedarên tendirûstiyê di êrîşa artêşa Îsrailê li beramberî herêma Cibaliya herî kêm 100 kes hatin kuştin û zêdeyî 20 kesan jî birîndar bûne. Hate zanîn ku piştî êrîşê herî kêm 100 kes di bin xirbeyan de mane.

Di heman demê de hete bi bîrxistin ku li herêmên bakûrê bajarê Han Yunus ku li Başûrê Zîvala Xezayê cih digre, ji derveyî êrîşên dijwar ên hewayî, li herêmên cûda ên bajar bi topên giran tên hedefgirtin. Di encamê de hêjmarek zêde ya kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Hate zanîn ku li herêmên navend a Zîvala Xeza teqemeniyên dijwar hene.

Dêr hate hedefgirtin

Li aliyê din di encama hedefgirtina dêra Katolik a pîroz a malbatan ku nêzî 600 kesan xwe spartiyê dayîkek û keça xwe jiyana xwe ji dest dane. Serokê Kilîseya Katolik Papa Francesco bertek nîşanî hedefgirtina dêrê û sivilan da û bûyer weke ‘terorîzmê’ bi nav kir. Li gor daxuyaniya ku hatiye dayîn tanqek a girêdayî artêşa Îsrailê, êrîşî avahiya ku 54 kesên astengdar xwe spartinê kir. Hate diyarkirin di êrîşê de avahî hatiye halê lê neyê jiyankirin û çavkaniyên jenetor û sotemeniyê tune bûne. Hate destnîşan kirin ku li Dêra pîroz a malabatê ku li Xeza nêzî 2 mehe 600 kes lê bicih bûne. 

Qeyrana rehîneyan

Piştî daxuyaniya artêşa Îsrailê ku li Xezayê 3 rehîne bi xeletî kuştine, nîqaş berdewam dikin. Li Tel Aviv li qada weke ya rehîneyan tê zanîn de çalakiya ku hatî li darxistin, mirovên rehîneyên ku hatine kuştin jî hebû. Malbat dibêjin yekane rêya anîna rehîneyan li hevkirinek nûye. Hikumet jî dibêje rê zexta leşkerên Hemasê zêdekirine. 

Li herêmê lihevkirin îhtimalek dûr e

Nûçeyên ku ji herêmê tên dide diyarkirin ku her dû alî ji lihevkirinê dûr in. Rayedarê Hamasê ê Lubnanê Halil el- Hayye di vî alî de daxuyanî da û da zanîn ku wê li Xezayê li dijî Îsrailê berxwedanê berdewam bike û got: “Agirbestek berfireh, em di xwazin Îsrail a dagirker bila hemû hêzên xwe ji Xezayê vekêşe. Emê piştre pirsgirêka rehîneyan biaxivin.”