Dayika Taybet 8 sal in li benda edaletê ye!

Ji bo dayika Taybet ku li Silopiyayê di dema qedexeya derketina derve de hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma, lêgerîna edaletê berdewam dike, biryara ku li dozgerî û dadgeha Îdarî ya dadgeha destûra bingehîn e hê bersivek jê nehatiye.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan “Çivîkên gule

Bedena te ya weke pembû bi hezkirinê dagirtîbû

Xwşik bûyî dayik bûy her tişt bûyî tu

Tu dapîra min bûy

Diviyabû xatirê porê te yê dirêj ê gihîştibû navtenga te hebûya...

Xatirê xetên li ser rûyê te yê bi nûr

Ê fedakariya te...

Pîroziya ku xwe li ser hebûna te nîşan dida...

Diviyabû bedena te ewqas êşê nekişanda

Diviyabû xwezayê fîxan bikira ji bo dayika li erdê razayî!

Diviyabû gule bibûna çivîk ber bi hewa ve biçûna

Lê wan guleyan ji canê me can birin

Şiyar be dayika min şiyar be îro cejn e!

Me bêriya bêhna te kiriye, me bêriya dengê te kiriye

Tu bûy melaîket firiyayî asîman...

Bûyî çûk ber bi azadiyê ve firiyayî”

Ev helbest ji aliyê Zîlan Înan a neviyê dayika Taybet Înan ku li navçeya Silopiya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve de bi guleyên polîsan hat qetilkirin û cenazeyê wê li ber çavên zarokên wê tam 7 roj û 7 şevan li kolanê ma, hat nivîsandin. Di wê temenê biçûk de dilê wê zû bi êşan hesiya ev helbest ji hestên wê der bûne. Dilê ku em tu caran nizanin ku tiştên jiyane çawa tîne ziman. Îro li Xezayê tiştên ku jin û zarok dikşînin li ser ekranên televîzyonan tê temaşekirin. Ne demek derêj beriya 8 salan em bûn şahidên cenazeye Taybet Înan ku 7 rojan li nava kolanê maye de li kêleka me ye.

Mirov hatin qetilkirin

Di roja 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeyên Silopiya û Cizîra Botan ên Şirnexê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di qedexeya ku bi rojan berdewam kir de, bûyerên gelek xirab ên dijmirovî ku tu carî ji bîra me neçin qewimîn. Zarok, jin bebik û pîr hatin qetilkirin. Dema ku mirovan dixwestin li cenazeyên xwe xwedî derbikevin, dihatin gulebarankirin. Di vê pêvajoyê de siyastemdarên jin ên Kurd Pakîze Nayîr, Fatma Uyar û Sêvê Demîr jî di nav de 68 kesên ku temenê wan di navbera 11-75 salî de bû jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan avahî hatin hilweşandin.   

Zarokên wan nobetê digirtin

Hema bibêje yên ku di her fersendê de li ser bûyeran diaxivin, destûr dan ku li vî welatî cenazeyê dayikekê 7 rojan li kolanê bimîne. Birîna ku bi qetilkirin Taybet Înan hat vekirin tu caran nehat girtin. Dayika Taybet di roja 5’an a qedexeya derketina derve de dema ku ji mala cîranê xwe dihat ji aliyê segvanan ve hat hedefgirtin û kuştin. Tam 10 gule li bedena wê ketin. Zarokên wê ji bo ku lawir zirarê nedin cenaze 7 roj û 7 şev nobetê girtin.

‘7 roj li bendê man’

Tiyê Taybet Înan Yusuf Înan ku hewl da cenaze bigre bi guleyê hat kuştin. Hemû kesên ku bi alên spî xwestin xwe bigihîjînin cenaze gule li wan hatin reşandin. Gotinên wê yên dawî ev bûn; ‘Ez gelek dicemidim û tî bûme’ bûn. Zarokên wê wan rojan wiha gotibûn: “Kes ji me raneza, me digot wê se wirin wê bixwin û çûk werin, li ser daynin ew li wê derê razayî bû, em 150 metre jê dûr dimiriyan… Mirove êşeke wiha çawa dikare bi mirovan bide kişandin, dewletê jî 7 rojan ew li me kir.”

Tevî bangên hemû kesan jî malbat piştî 7 rojan dikaribûn denge xwe bidin bihîstin. Cenazeyê Taybet Înan hat girtin lê belê eziyetê berdewam kir. Cenazeyê wê piştî 23 rojan ji aliyê 8 kesan ve bi awayekî bêdeng li goristana taxa Yenîşehrê hat definkirin.

Jiyana wê bê êşan derbas bû

Jiyana dayika Taybet bi êşên giran derbas bû, malbata Înan ku ji malbatek koçer in, ji ber zextan di sala 1988’an de ji gundê Xeza yê Silopiyê koçî navenda Silopiyê kirin. Li navçeyê hê salek xwe temam nekiribûn kurê dayika Taybet Omer û birayê hevjînê wê Avdî Înan ji aliyê polîsan ve di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Omer Înan birin girtîgeha Xarpêtê û mamê wî Avdî birin girtîgeha Merdînê. Dema ku hatin girtin, di sala 1992’an de li taxa Silopî ya ku lê diman di encama teqîna mayînê de zarokên wan Esmer a 10 salî û Botanê 4 salî, birazayê wan ên 9-5 10 salî jiyana xwe ji dest dan. Hê şîna zarokên xwe berdewam dikir, polîsên hêzên taybet bi ser mala malbata Înan de girtin hevjînê Taybet Înan Halît Înan binçav kirin. Halît Înan piştî ku hat girtin birin gel birayê wî Avdî Înan ê ku li girtîgeha Mêrdînê dima. Halît Înan piştî 11 mehan di girtîgehê de ma hat berdan. Piştî çend mehan careke din hat girtin û bi giştî 3 sal û 9 mehan di girtîgehê de ma.

Kesê ceza negirt

Piştî qetilkirina Taybet Înan di doza lêkolînê de tiştek nehat kirin. Dozger di sala 2020’an de ji bo tesbîta kiryaran ‘biryara lêgerîna daîmê’ da lê belê ev jî bêencam ma û bêcezatiyê hat nirxandin. Der barê kuştina Taybet Înan û Yusuf Înan de, lêpirsîna ku ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Silopiyê ve hat destpêkirin de di dozê de tu pêşketinek çênebû. Di nivîsa ku ji aliyê midûriyeta emniyeta navçeya Silopî ji dozger re şandî de îdia kir ku piştî bûyerê 6 rojan nû xebera wan ji bûyerê çêbûye. Dozgerê ku bersiva wezîrê karên hindir da îdia kir ku Înan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve nehatiye gulebarankirin. Doza ku li dadgeha Îdarî ya Mêrdînê hat vekirin hat redkirin.  

‘Bi bêcidiyetî girt dest’

Ji parêzerên dozê Remezan Demîr diyar kir ku di doza lêpirsîna kuştina Taybet Înan û mayîna cenazeyê wê bi rojan li nava kolanê de bi dehan dozger hatine guhertin û di dozê de der barê girtina kiryaran de tu kar û barek nehatiye kirin û di sala 2020’an de doz hatiye girtin û wiha got: “Tevî daxwaza siyasî ya ku me pêşkêşî dozger kiriye jî dozger bi agahiyên polîsan tevgeriya bêyî ku lêkolînên nû aşkere bikin, cihê bûyerê bibînin biryar dan ku li cihê bûyerê îfadeya malbatê û şahidan negirin.”

‘Beyanên hêzên dewletê hatin esasgirtin’

Remezan Demîr di berdewamiya axaftian xwe de wiha got:

“Dozgeriyê li gel lêpirsîna ku bi awayek bi bandor nedaye meşandin, dadgeha Îdarî di vê mijarê de ‘beyana dewletê’ esas girt û biryara redkirina dozê da. Van bûyerên ku di bîra hemû cîhanê de man, ji aliyê îdarî ve bi vî awayî hatibû parastin:

‘...ji ber ku di Rapora Lêpirsînê ya 22.01.2017'an de ku weke pêveka parastina rêveberiya bersûc hatiye şandin, hatiye dîtin ku di dema otopsiya xizmê dozger a bi navê Taybet Înan de bendika bazin bi wêneyê Abdullah Ocalan serokê rêxistina PKK/KCK’ê hat dîtin. Hat îdiakirin ku xizmê dozgerê ku hat tesbîtkirin sempatîzanê PKK ya rêxistina terorê ya çekdar e, di heyama ku qedexeya derketina derve hebû û pevçûnên dijwar hebûn, barîkat û xendek hebûn, li kolana ku endamên rêxistina terorê yên çekdar barîkat û xendek lê digerandin, dema ku danê êvarê derdora saet heftan de li derve bû hat gulebarankirin û hat qetilkirin ji ber ku ne mumkin e rêveberiya bersûc ji zirarên ku hatine îdiakirin, di çarçoveya berpirsyariya xelet an bêkêmasî de berpirsiyar were girtin…’

‘Hê jî biryar nehatiye dayîn’

Ramazan Demîr ê ku dibêje: “Em nizanin dadgerên ku ev biryar nivîsandine çawa vê biryarê dane lê em piştrast in ku ev ne qanûn e” û ev tişt parve kir: “Li hemberî bûyereke ku li ber çavên hemû cîhanê pêk hatiye, nivîsandina biryareke bi vî rengî bêwijdanî ye. Hem perspektîfa meqamên darazê û hem jî hemû dezgehên dewletê nîşan dide. Vê bûyerê careke din piştrast kir ku dadgeha li gorî parêznameya rêveberiyê biryar daye, li şûna parastina mexdûr, helwesteke ku dewletê beraet dike girtiye. Me ev nêzîkatiyên dozger û dadgeha îdarî anîn Dadgeha Destûra Bingehîn. Hê jî tu biryar nehatiye dayîn.”