Koalîsyona Jinan bang li partiyên siyasî kir

Koalîsyona jinan bang li partiyên siyasî kir û got: “Bêyî ku pirsgirêkên jin û jinan bigrin nava xwe bila behsa pêvajoya hilbijartinek demoqratîk neyê kirin! Ji ber vê jî rêxistinên jinan muxtab bigrin.”

Navenda Nûçeyan - Koalîsyona jinan li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal derbarê hilbijartinên xwecihî de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de diyarkirin ku weke koalîsyona jinan ji sala 2002 heta niha ji bo jin di aboriya civakê û di her qadê jiyana siyasî de wekhev bejdar bibin têkoşînê didin meşandin û got: “Di çarçoveya vê têkoşînê de, em xebatên şaredariyê ên rêxistinên jinan di şopînin.”

‘Em gelek paş tiştên ku em maf dikin dene’

Di daxuyaniyê de îşaret bi xebatên xwe ên ku şopandine kir û wiha hate gotin: “Xebatên me ên şopandinê dide nîşa me; weke rêxistinên jinan ji bo polîtakayên wekhev bixin meryetê; qasî piştgiriya avakirina fonê de em hemû enerjiya xwe derbixin holê, hemû komkirin û tevnên xwe seferber bikin jî em gelek li pey ew tiştên ku em maf dikin dene.”

‘Ne başên xiraban, em mafê xwe dixwazin’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hewldana herî mezin ji bo rêveberên şaredariyan ku perspektîfa newekheviya civakî, ji bo van pirsgirêkê fam bikin didin û wiha hate gotin:

“Rêveberên ku me xebatek baş ê havpar dayî meşandin cardin bibin namzet û yan jî bi cerîbandinên nerênî bibin namzet tu qenalek ku em di xusûs de diyarbikin nîne. Divê partiyên siyasî pêvajoyên giringî bidin diyarkirina namzetên navendî, pêkanînên kayuman û wesîta rêveberên navendî hertim li ser şaredariyan hîskirin, me jî rêk û pêkiya bingehîn a demoqratîk dûr dixwe û em naxazin di bingehê niyeta baş de bibinin. Em ne başên xirabanin, em mafê xwe dixwazin.”

Nexşerêya partiyên siyasî ên ku behsa wekheviyê dikin

Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li hemû partiyên siyasî kirin ku nexşerêyek pêşkêş kirine û wiha dom kir:

“Me ew kontrolên ku we nekirin, me li şaredariyên ku we rêveberî hilbijartî kir, em encamên wê bi were parvedikin.  Keremkin hun xwe li gora vê binirxînin. Ger hun bixwazin behsa wekheviyê bikin, em nexşerêrêyekê pêşkêşî we dikin, vê bigrin di bernameyên xwe ên hilbijartinê de bikarbînin.

*Di bernameyên hilbijartinê ên bejdariya wekhev, hedefa wekheviya zeyenda civakê gavên berbiçav di şaredariyên xwe de bixin meryetê û tamînata şopandina wê bidin!

*Jin ji jiyana xwe ketine rê û ev bi salane têkoşînê didin daxwaza xwe a hewelatiyên wekhev bi gavên berçav di bernameyên xwe ên hilbijartinê aşkere bikin!

*Di rêveberiyên şaredariyan de hebûna jinan qasî ku tuneye kême. Kêm jin tê wateya weke sistematik jinên ku tên dûrxistine. Em vê xapandinê qebul nakin. Di serokatiyên şaredariyan de, meclîsên şaredariyê ne hêjmara kêm ya jinan, wekheviyê çêbikin!

*Şaredarî hemwelatiyek ku di qadên erk û berpirsyartiyê de jiyan dikin, koma civakê ji derve û paşde nahêle. Ji bo hemû kes bikeve nav de guh bidin dengê hemû kesan; Ziman, dîn, etnik, nasnameya zayedî, awayê jiyanê, şertê bejdariya koman a wekhev bixin ewlehiyê!

*Bêriya ku pirsgirêkên jin û jinan bigrin nava xwe bila behsa pêvajoya hilbijartinek demoqratîk nekin! Ji ber vê yekê rêxsitinên jinan muxatab bigrin!

*Wekheviya zayendî a civakê, îradeyak bi biryar a siyasî pêwîste; vê îradeyî nîşan bidin!”

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku weke rêxistinên jinan weke heta niha wê ji niha û şûnde jî bibin şopdarên tiştên hatin kirin û nehatin kirin.