Navenda Jinan 32 sal in li dijî cudakariya zayendî têdikoşe

Navenda Rêbertiya Hiqûqî û Civakî ya Jinan a ku 32 sal in li Xezeya dagirkirî destekê dide mafên jinan, bi belgekirina sûcên li dijî jinan hewl dide hayjêbûna civakî zêde bike.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Navenda Rêberiya Hiqûqî û Civakî ya Jinan a Xezayê 32 sal in ji bo bidestxistina mafên jinan piştgirî dide jinan. Rêvebera Giştî ya Navendê Randa Siniora der barê xebatên wan de agahî da û got ku ji bo jin karibin ji mafên xwe yên civakî, aborî, siyasî û hiqûqî sûd werbigirin hewl didin.

Armanc ji holê rakirina her cure cudakariyê ye

Randa Siniora diyar kir ku xebatên navendê li gorî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî li ser xebatên mekanîzmayên herêmî û navneteweyî pêk tê û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku hemû cûreyên cudakariyê ji holê rakin..

dagirkirin peydakirina kar zehmet dike

Randa Siniora bal kişand ser wê yekê ku ji ber dagirkerî û parçebûna siyasî rastî gelek zehmetiyan hatin û got: "Tevî ku ji sala 2007'an û vir ve di warê peydakirina cihek ji bo piştgirîkirina mafên jinan zehmetiyan dikişînin jî, lê me her tim li ser vê mijarê israr kiriye." Randa Siniora wiha gotinê xwe berdevam kir:

"Li Şerîeya Rojava ji bo jinên ku di rewşên awarte de jiyana wan di xetereyê de ye, stargehek me heye. Ji bo ku jinan ji hawîrdora tundiyê rizgar bikin, em piştgiriya derûnî, civakî û yasayî jî didin wan. Em dixebitin ku di qanûn û rêziknameyê de guhertinan bikin ku li gorî hewcedarî û daxwazên jinan nabin, em tawanên li dijî jinan dişopînin û bibelge dikin. Haya gel ji qetlîamên jinan bilind dikin û em komên dilxwaz û aktîvîstên femînîst di qadên xizmetên hiqûqî û parastinê de perwerde dikin da ku însiyatîvên ku bi mebesta derxistina pirsgirêkên jinan derdikevin pêş."

'Bernameya herî girîng parastina jinên rastî tundiyê hatine'

Randa Siniora diyar kir ku çarçoveya xebatên wê di esasê xwe de li ser sê bernameyan e û wiha pê de çû: "Ya herî girîng bernameya xizmetên yasayî û civakî ye ku piştgirî û parastina jinên mexdûrên tundiyê, yên ji tundiyê rizgar bûne û malbatên wan dike. Em bernameyeke parêzvaniyê ya herêmî û navneteweyî bi mebesta bihêzkirina jinan, pêşkêşkirina şêwirdarî û alîkariyên bi kalîte û pêşxistina mafê jinan di gihandina edaletê de pêk tînin.”

'Me bernameyeke ji bo hişyarkirinê da destpêkirin'

Randa Siniora da zanîn ku ji bo eşkerekirina binpêkirinên mafan ên li ser jinan jî bi koordîneya ku bi torên pispor ên ji bo rakirina polîtîkayên cihêkariyê hatine avakirin lêkolînan dikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir:”Ji bo xurtkirina kapasîteya parastinê û xurtkirina asta parastinê me bernameyek daye destpêkirin. Em dixwazin hem ji bo mafên jinan hem jî ji bo tevlîbûna çalak di nava koalîsyonan de kesan seferber bikin."