Meşvanên meşa ‘Rêzgirtina li îradeyê’ ber bi Êlihê ve ketin rê

Meşvanên meşa ‘Rêzgirtina li îradeyê’ ku ji aliyê DEM Partiyê ve hat destpêkirin, ji Edeneyê ber bi Êlihê ve bi rê ketin.

Navenda Nûçeyan- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî qeyûmê ku tayînî Şaredariya Colemêrgê hat kirin ji Stenbol û Îzmîrê meşê dabû destpêkirin. Meşa ku bi dirûşma ‘Rêzgirtina li îradeyê’ hat destpêkirin duh gihîşt Edeneyê. Meşvanên ku bi şev li bajêr man, îro ber bi Êlihê ve bi rê ketin.

Meşvanên ku li ber avahiya DEM Partî ya Edeneyê hatin ba hev bi dirûşma ‘Bijî berxwedana Colemêrgê’ û bi çepikan ji bajêr hatin oxirkirin.