Rapora şewatê: Sîgortayên voltaja navîn li cihê xwe nebûn

Di rapora ku ji aliyê Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajar a Amedê ve têkildarî karesata şewatê amade kir de, bal hat kişandin ku sîgorteyên voltaja navîn ên li ser stûnên elektrîkê li cihê xwe nebûne.

Navenda Nûçeyan- Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajar a Amedê rapora xwe ya têkildarî şewata di 20’ê Hezîranê de li navçeya Xana Axpara Amedê û Şemrexa Mêrdînê derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest dabû, eşkere kir. Rapor, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê ji hêla endamên platformê ve hat eşkerekirin.

‘Çima der barê saziya rayedar de lêpirsîn nayê kirin?’

Hevberdevkê Platformê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku di rapora şandeya wan û DBB’ê û di rapora ewil a Serdozgeriya Komarê ya Xana Axpar de bi awayekî şênber derketiye holê ku şewat ji ber têlên elektrîkê derketiye. Nahît Eren, da zanîn ku di rapora dozgeriyê de hatiye destnîşankirin ku têlên veguhêzbar li ser sîgortayê pêçayî bûn û rê li ber şewatê vekirine û got: “Çima der barê rayedaran de lêpirsîn nayê destpêkirin?”

‘Divê lêpirsîneke bi bandor bê vekirin û kiryar bên eşkerekirin’

Nahît Eren diyar kir ku dozgeriyê ev rapor kêm dîtiye, daxwaza raporeke nû kiriye û got: “Ji ber ku mijareke teknîkî ye, li benda raporeke berfireh in. Berpirsyariyên pozîtîf ên dewletê hene. Divê hem di mijara tedbîran de hem jî di mijara mudaxeleyê de lêpirsîneke bi bandor bê vekirin û kiryar bên eşkerekirin. 15 mirovên me jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.”

‘Qadeke 55 hezar hektar zirarê dît’

Piştre jî rapor ji aliyê evseroka Şaxa SES’ê Yildiz Ok Orak ve hat xwendin. Yildiz Ok Orak, got ku li herêma şewatê lêkolîn kirine. Yildiz Ok Orak, wiha got: “Şewatê zirarê daye nêzî qadeke 55 hezar hektar, ji vê nêzî 20 hezar hatibû çandin, di şewatê de yek jê zarok bi giştî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn, yên jiyana xwe ji dest dan şêniyên gundan bûn, qismekî wan yekser ji şewatê bi bandor bûne, hinek jî dema mudaxeleyî şewatê dikirin jiyana xwe ji dest dan, 302 bizin û 622 mih mirin û tedawiya zêdetirî 100 sewalan jî didome. Ev dane nîşan didin bê ka asta hilweşîna ekolojîk û aborî di çi astê de ye û nîşan dide ku şewat ji bo zindiyan tê wateya tunebûnê.”

Di raporê de hat ragihandin ku di encama çavdêriyên li qada şewatê, hevdîtinên bi şahidan û şêniyên gund re, derketiye holê ku şewat ji ber çirûskeke ji têlên elektrîkê derketiye û ev agahî hatin girtin:

“* Hat tesbîtkirin ku cihê şewat lê derketiye cihê çandî bû.

* Di xetên veguhestinê de li gelek noqteyan pêvek û lîf hebûn.

* Hat tesbîtkirin ku di stûnan de sîgorteyên OG’ê tune bûn, li şûna vê bi gihîneran ve hatine bypasskirin, ev pêvek sist bûn, di gelek stûnan de îzolatorên şikestî hebûn û li xetên OG’ê li qadên çandî stûnên elektrîkê yên ji daran hatine danîn. Hat tesbîtkirin ku bikaranîna van stûnên daran guncaw nîn e, li ser rêgeha xet jê derbas dibin li derdora stûnan tu tedbîr nehatine girtin.

* Di bin stûnan de betonê xemlê tune bû, gihayên li bin stûnan nehatine dirûrin. Hat tesbîtkirin ku dibe darên li bin xetên OG’ê rê li ber pirsgirêkê vekiribin.

* Hat tesbîtkirin ku îzolator sist hatine girêdan û girêdana wan ne li gorî teknîkê hatiye kirin. Sexbêra şebekeyên xetan nehatiye kirin û di vê mijarê de xizmet nehatine kirin.

* Parafudr tunebû lewma rê li ber voltaja zêde vekiriye. Divê di serê xetan, di dawiya xetan de û di ketina hemû trafoyan de teqez parafudr bê bikaranîn.”

‘Divê herêm weke Herêma Karesatê bê îlankirin’

Di raporê de pêşrapora Serdozgeriya Komarê ya Xana Axpar, daxuyanî û rapora Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, texrîbatên ekolojîk û yên ji hêla tenduristiyê ve tê de cih girtin. Di raporê de daxwaz wiha hatin rêzkirin:

“* Divê herêma ji şewatê bandorbûyî tavilê weke Herêma Karesatê bê ragihandin.

* Ji bo bi lezgînî û bibandor mudaxeleyî şewatan were kirin divê planên rewşa lezgîn bên nûjenkirin û tetbîqatên birêkûpêk bên kirin. Divê kapasîteya mudaxeleya ji hewayî ve bê zêdekirin.

* Hewce ye binesaziya elektrîkê bi awayekî rêk û pêk bê sexbêrkirin, kontrola wan were kirin û xetereyên şewatê bên kêmkirin.

* Divê alîkariya madî bidin welatiyên li herêmê û xizmeta psîkolojîk ji wan re bê kirin.

* Hewce ye mafê hawirdorê û mafên sereke di nava temamiya pergalê de werin nirxandin. Divê hiqûq û polîtîkayên hawirdorê yên neteweyî û navneteweyî li her devera cîhanê di çarçoveya parastina daîm û di her mercan de be.

* Ji bo ekosîstema ji şewatê bi bandor bûyî dîsa xwe komî ser hev bike, hewce ye xebatên danîna daran dest pê bikin.

* Ji bo parastina sewalan ji şewatê divê tedbîrên taybet bên girtin, di dema şewatê de û piştre bên rizgarkirin û tedawîkirin. Ji bo vê jî divê komên veterîner ên amade hebin.

* Ji bo hevsengiya ekolojiyê divê proje bên pêşxistin.