Li başûrê Kurdistanê di mehekê de 5 jin hatin qetilkirin

Li başûrê Kurdistanê tundî û bûyerên qetilkirina jinan gihîştine lûtkeyê, di meha Hezîranê de 5 jin hatin qetilkirin. Hewldana qetilkirina jinek ciwan hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Li başûrê Kurdistanê tundî û bûyerên qetilkirina jinan her roj dubare dibe û gihîştiye lûtkeyê. Di rêjeyek bilind de li hemberî jinan tundî tê bikaranîn. Her ku diçe ev ast jî bilind dibe, tenê ji destpêka salê ve zêdeyî 30 jin hatine qetilkirin yan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane lê heta niha tu aliyên pêwendîdar bertek, helwest an jî pêngavek bandorker û têrker ji bo rêgirîkirina van kiryarên hemberî jinan neavêtine, heta mirov dikare bibêje ser bûyeran digrin. Bi sedan dozên jinan li gel rêxistinên jinan û mafên mirovan hene, ji bo çareserkirinê hewldana pêwîst nadin, bêdeng dimînin, an jî ser bûyeran digrin. Ev hemû dibin sedem ku jin ji mafên xwe yên zagonî bêhevî bimînin.

Daneyên tundî, qetilkirin û xwekuştina jinan di meha Hezîranê de ku ajansa NÛJINHA berhev kiriye wiha ne:

Silêmanî

Di 1’ê Hezîranê de cenazeyê jineke ciwan li nêzî dibistana Şirîn a keçan û parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê hat dîtin. Piştre tîmên polîs gihîştin cihê bûyerê, piştî lêkolînê cenaze birin nexweşxaneya dadê. Heta niha tu kes der barê bûyerê de nehatiye girtin.

Şeva 6’ê Gulanê Avan Ceza ya 17 salî ku di temenê biçûk de hatibû zewicandin bi zaroka xwe ya duyem ducanîbû, bi awayek şewitî rakirin nexweşxaneya şewatê ya Silêmaniyê. Li gorî agahiyan bavê wê gotiye ku keça wê ji aliyê mêrê pê re zewicîbû ve hatiye şewitandin û armanc ew bû ku wê qetil bike. Zêdeyî salek bû keça wê zewicîbû lê belê agahiya wan ji pirsgirêkan wan tunebû, li nexweşxaneyê agahiya  wan ji bûyerê çêbûye. Avan Ceza ku beriya hefteyekê ji ber şewitînê rakiribûn nexweşxaneyê, ji ber rêjeya zêde ya şewatê çend roj berê jiyana xwe ji dest da.

Hewlêr

Di 21’ê Hezîranê de jî li bajarê Hewlêrê hewldana qetilkirina jineke ciwan a 16 salî hat dayîn. Li gorî agahiyên hatin belavkirin, bi kêrê êrişî jina ciwan hatiye kirin Piştre jina ciwan rakirine nexweşxaneyê û niha di bin çavdêriyê de ye.

 Germiyan

Di êvara 22’ê Hezîranê de li gundê Ulaqutî yê girêdayî bajarokê Serqela yê girêdayî îdareya Germiyanê cenazeyê G.D.B ya di sala 1960’an de ji dayik bûye anîn nexweşxaneya beşa lezgîn a Kelarê hat hînbûn ku G.D.B jiyana xwe ji dest daye. Piştî derketina gotegotên ku ‘wê xwe darve kiriye’ mijar hat girtin.

Dihok

Di 16’ê Hezîranê de li bajarokê Sêmêl ê girêdayî bajarê Dihokê cenazeyê jineke 60 salî di avahiyek de hat dîtin lê belê sedem û awayê mirina wê nehat eşkerekirin.

Di êvara 26’ê Hezîranê de jî li taxa Malta ya li navenda parêzgeha Dihokê Kovan Nûrî ya 35 salî û dayika 3 zarokan, piştî ji aliyê birayê xwe ve hat îşkencekirin hat şewitandin. Piştî jina ku hat şewitandin rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê ji ber rêjeya zêde ya şewatê di sibeha 30’yê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê sûcdar hat girtin.