‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ di roja 5’an de berdevam dike

“Meşa Rêzgirtina li îradeyê” ku ji bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ber bi Colemêrgê ve hatiye destpêkirin di roja 5’emîn de tevî hewaya germ bi biryardariyek mezin berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- “Meşa Rêzgirtina ji îradeyê” ku li dijî tayînkirina qeyûm a di 3’yê Hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatiye destpêkirin, di roja 5’emîn de berdewam dike. Parlamenter, hevşaredar û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakê di nav de 350 kes beşdarî meşê dibin. Meşvanên ku bi şev li Parka Nordiz a navçeya Payîzava ya Wanê man, berbanga sibê hişyar bûn. Meşvanên li qada navçeyê hatin bahev, li vir taştê xwarin. Meşvanên piştî xwarina taştê paqijiya hawîrdorê kirin, pişt re kom bûn û ber bi bajaroka Xoşebê ve bi rê ketin.

Meşvanan dirûşme berz kirin 

Meşvanan di meşê de strana “Gever e Gever e” û sirûda “Çerxa Şoreşê” gotin. Wesayîtên di rê de derbas dibûn jî li meşvanên ku dirûşma “Bijî berxwedana Colemêrgê” berzkirin korne lêxistin. Meşvanên li hin cihan sekinîn, ligel stranên li vir hatin lêxistin govend gerandin.

42 kîlometre temam bû

Meşvanên piştî meşa 5 kîlometreyan navber dan, pişt re dîsa bi rê ketin. Meşvanên bi erbane û stranan meşa xwe domandin, piştre li mezraya Tekmala Şêx Safiyeddîn 42 kîlometre temam kirin û ji bo xwarinê bixwin bêhna xwe vekirin. Meşvanên ku dê du saetan bêhna xwe vekin dê pişt re heta Tesîsên Bêhnvedanê yên Dogûyê ku 5 kîlometreyên din bimeşin û li wir şeva xwe wê derbas bikin.