Ji sedî 90’ê nifûsa Xezayê ji cihê xwe bûne

OCHA’yê diyar kir ku ew texmîn dikin ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha didome de ji sedî 90’ê nifûsa Xezayê ji cihê xwe bûne û got: “Ji her 10 kesan 9 jê herî kêm carekê ji cihên xwe bûne.”

Navenda Nûçeyan- Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA)  ragihand ku ji ber êrişên Îsrail ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê dest pê kiriye, nêzî ji sedî 90’ê nufusa Xezayê herî kêm carekê ji cihê xwe bûne. OCHA’yê da zanîn ku leşkerên Îsraîlê bi operasyonên xwe Zîvala Xezayê kirine du parçe. Li bakurê herêma di bin dorpêçê de 300-350 hezar kes lê dijîn û texmîn dikin ku ev kes neçûne başûr.

‘Piranî 10 caran ji cihên xwe bûne’

Serokê OCHA’yê Andrea De Demenico ku ji rojnamevanan re axivî diyar kir ku texmîn dikin li Xezayê nêzî 1,9 milyon kes ji cihên xwe bûne û got: “Ji meha Cotmehê ve heta niha, ji her 10 kesên li Zîvala Xezayê 9 jê carekê, heta em texmîn dikin ku piranî 10 caran ji cihên xwe bûne.”Andrea De Domenice got ku hejmara berê weke 1,7 milyon texmîn dikir lê belê ji ber operasyonên li Refahê hatine destpêkirin koçkirinek zêdetir tê jiyîn.

‘Mirov bar dikin’

Andrea De Demenico bal kişand ser cidiyeta rewşê û wiha got: “Mirov di  nava 9 mehên dawî de weke piyonên di lîstika text de ji wir bar dikin diçin cihên din. Belkî xeyal û hêviyên wan hebûn; mixabin her ku diçe kêmtir dibin.”