Doza Şebnem Korur Fîncancî hat taloqkirin

Danişîna doza tazmînatê ya Şebnem Korur Fîncancî ku TSK’ê ji ber nirxandinên operasyonên li Herêma Federal a Kurdistanê de der barê “bikaranîna çekên kîmyewî” de vekiribû, hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- TSK’ê der barê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ya berê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancî de ji ber nirxandinên wê yên zanistî yên der barê bikaranîna çekên kîmyewî li herêma Federal a Kurdistanê, bi daxwaza tezmînata 200 hezar lire doz vekiribû.  Danişîna doza tezmînatê li 2’yemîn Dadgeha Esliyeya Hiqûqê ya Enqereyê hat dîtin. Li Şûna Şebnem Korur Fîncancî parêzerên wê Şevîn Kaya û Hulya Yildirim di danişînê de amade bûn.

Parêzeran di danişînê de mafê axaftinê girtin û xwestin doz were redkirin. Dadgeh jî daxwaz red kir û danişînê taloqî 24’ê Îlonê kir.