Meclisa Jinan a PYD’ê komxebatek li dar xist

Bi dirûşma “Li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin Jiyan Azadî” meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) komxebatek der barê hişmendiya mêr û rastiya zagonên malbatê de li dar xist.

Hesekê- Platforma çalakiyên hevpar yên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 13'ê Mijdarê de rêzeçalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan bi dirûşma "li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin Jiyan Azadî " ragihand. Îro jî bi heman dirûşmê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) komxebatek der barê hişmendiya mêr û rastiya zagonên malbatê de li Navenda Partiya Yektiya Demokratîk a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê li dar xist. Komxebat ji aliyê endama Partiya Yekîtiya Demokratîk Firyal Ehmed ve hat birêvebirin.

‘Li dijî hemû cureyên tundiyê têkoşînek cîhanî ya  jinan heye’

Firyal Ehmed da zanîn ku tundî ji pirsgirêka hişmendiyê tê û wiha got; "Cureyên tundiya li dijî jinan pir in û nayên jimartin wekî gefxwarina li ser jiyana wan û destdirêjiya li ser bedena wan. Ne tenê hişmendiya mêr, dewletê û hemû komên çete yên ku êrîşî herêmê kirin bi heman hişmendiyê nêzî jinan dibûn ku ew wekî ne tiştek dihatin hesibandin lê belê îro jinan qefes şikandin, dîwar hilweşandin û xwe bi rêxistin dikin. Cureyên tundiyê ji pirsgirkên hişmendiya hêzên desthilatdar tê. Ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bînin hişmendiyek wiha li ser hesabê qirkirina civakê di şexsê jinan de da ava kirin. Hişmendiyek ne nû ye bi hezaran salan e li hemberî hişmendiya mêr a serdest têkoşînek mezin tê meşandin.”

‘Ji bo me ya esas ne zagon exlaq e’

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Ahîn Elî teqez kir ku jin civakê li ser exlaqekî wekhev û zana ava dikin, dûrî zagonên desthiltdariyê û wiha anî ziman: “Di dîrokê de jin xwedawend bûn, civakê li ser bingeha zagonên exlaqî birêve dibirin da ku civakek wekhev û zana bidin meşandin. Heya roja îro jî jin di vî warî de pêşeng in. Ger em behsa zagonan bikin em ê bizanibin zagon kengê derketine dema mirov dûrî rastî û kesayeta xwe bikeve, dema dewlet, eşîr hatin avakirin derketin. Dema zagon derket ferzkirina li ser civakê û desthilatdarî derket pêş lewma em dibêjin zagonên malbatê li ser pîvanên exlaqî esas tên girtin. Dema em dibêjin exlaq jî em li ser esasê azadiya jinan û wekeviyê disekinin.”

Komxebat bi nîqaşên li ser guhertina hişmendiya mêr û avakirina civakek bi exlaq û polîtîk bi dawî bû.